Rojnameyeke fransî: El-Bexdadî li Lîbyayê ye

Rojnameya Jeune Afrique ya Fransayê li gorî çavkaniyên îstixbaratî tekez kir ku serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî piştî têkçûna endamên wê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve li Baxozê, reviya Lîbyayê. Li gorî çavdêran El-Bexdadî operasyonên xwe ji ber destekdayîna hewayî ya Tirkiye û Qeterê bir Lîbyayê.

Rojnameya Jeune Afrique agahî ji çavkaniyên îstixbaratî yên Tunisê der barê El-Bexdadî de ji Koalîsyona Navdewletî bi serkêşiya Washingtonê li dijî DAIŞ`ê li Sûriye û Iraqê, girt.

Malpera Tunisi Nemeric beriya niha diyar kiribû ku serçeteyê DAIŞ`ê piştî têkçûna wan li gundê Baxoz ê parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyê berê xwe da Lîbiyayê.

Raporên çapemeniyê diyar kir ku hêzên Brîtanyayê piştî agahî girtin ku dibe El-Bexdadî li Lîbyayê be, hejmarek ji leşkerên xwe ji wê derê derxistin.

Li gorî pisporê di komên radîkal de li herêmê Osman Taz Garat, heger were tekezkirin ku El-Bexdadî li Lîbyayê be, dibe ku şerê wî were herêmê. Derferên alîgirên wî pir in, gelek xetên  hewayî di bin serweriya wan de ne, her wiha çûyîna nerêxistinkirî di navbera Stenbol û Terablusê de dikin.

Abdulhekîm Bilhac terorîstê ku girtina wî tê xwestin, xeta wî ya balafiran a bi navê "El-Ecnîha El-Lîbiye" heye. Her tim di navbera Terablus, Dewha û Stanbolê de seferan dike.

(bx)


Mijarên Din