Rojnameyên erebî: Aloziya Sûriyê li benda hilbijartinên Amerîka ye

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa bandora aloziya Sûriyê bi hilbijartinên Amerîkayê, aloziya Lîbyayê, şerê di navbera Ermanistan û Azerbêcanê de kir.

EL-BEYAN: ALIYÊN ŞER ÊN LI SÛRIYÊ HILBIJARTINÊN AMERÎKAYÊ DIŞOPÎNIN

Girêdayî mijarê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Herdu partiyên Demokrat û Komarparêz(Cemhûrî) têkildarî aloziya Sûriyê bi nakok in. Partiya Demokrat dixwaze hêdîbûnek çêbe. Lê Partiya Komarparêz dixwaze alozî bi dawî be. Ev têkilî jî bi aliyê Îranê ve girêdayî ye, her wiha Komarparêz hewl dide rê li pêş herêmên di bin serweriya Îranê de qut bike."

Li gorî aliyên Sûriyê yên herêmî nêrînên wan cûda ne. Dewletên li pêşbirka serokatiya Amerîkayê dinêrin ku şansek ji bo başbûna helwesta li ser erdê ye.

Ji bo Îranê dema serokê Amerîkayê Donald Trump ji ya Clinton strestir(bêhtengî) bû. Ji dema hilbijatina wî de êrişên leşkerî yên Îsraîlê yên li dijî milîsên leşkerî zêdetir bûn. Her wiha li gorî çavdêran rola Îranê bi fişara Îsraîl û erêkirina Amerîkayê qelstir bû. Ev dihêle Îran ji her kesê bêhtir ji nû ve hilbijartina Trump bitirse.

Lê der barê dewleta Tirk de ji destpêkê de bernamzetê Demokrat Joe Biden êrişî siyaseta Tirkiyê ya li Sûriyê û Rojhilata Navîn kir û bi eşkere serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan xîtab kir û got: "Tu zilamekî destpot e." Wê jî hişt dijminahî di navbera Joe Biden û dewleta Tirk de çêbe.

Rûsya zêdetir bi Komaparêzan re li ser rewşa Sûriyê li hev dikin. Ji dema Trump çûye ser desthilatê de tu pirsgirêk di têkiliya rûsî-amerîkî de derneketin. Lê belê her carê DYA’yê alîgiriya planên Rûsyayê yên li Sûriyê ji Astana bigire heya bi komîteya destûrê dike.

Nakokiya Amerîkayê di aloziya Sûriyê ya navbera Komarparêz û Demokrat de eşkere ye, bi taybet îro Sûriyê di merheleyeke çareserkirina siyasî û leşkerî re derbas dibe. Bi wê re jî hêmana Amerîka di aloziyê de dê bi xwe re bandor û nakokiyên mezin di pêşeroja Sûriyê de bîne, her wiha destwerdanên dewletên herêmê li aloziya Sûriyê jî.

EL-EREB: PIRBÛNA XWARINPÊJAN KEDÊN ÇARESERIYA ALOZIYA LÎBYAYÊ TÊK BIRIN

Têkildarî Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Hêzên herêmî û navdewletî hewl didin rolên xwe di aloziya Lîbyayê de xurt bikin, tevgerên wê bi ragihandina lidarketina dan û standinên li Cinêvê zêde bûn. Ew jî bi sponseriya NY’yê ku erka wê çarserkirina rewşa li welat, avakirina hikumet û meclisa serokatiyê yên nû ne."

Çavkaniyên siyasî ji rojnameya El-Ereb re got pirbûna xwarinpêjan dibe ku lihevkirina siyasî ya li Lîbyayê bişewitîne û dê bi xwe re hevrikiyeke tund di navbera hêzên cihêreng de bîne û  kedên bi armanca bidawîbûna destwerdanên derve li aloziyê têk bibe."

ŞERQ EL-EWSET: METIRSIYA ŞEREKÎ NÛ DI NAVBERA AZERBÊCAN Û ERMANISTANÊ DE

Der heqê şerê ermanî-azerbêcanî de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Bi destpêkirina şerê dijwar li ser eniya bi herêma Nagorno Qerebaxê ve ya binakok pêşbîniya şerekî nû di navbera Azerbêcan û Ermanistanê de heye. Di encama şerê li herêma Nagorno Qerebaxê de kuştî û gelek birîndarên leşkerî û sivîl ji her du aliyan çêbûn."

(fr)


Mijarên Din