Rojnameyên erebî: Aramiya li Idlibê girêdayî agirbesta li Qerebaxê ye

Rojnameyên erebî yên îro der barê lihevhatinên Rûsya-Tirkiyê li Sûriyê, her wiha geşedanên li Iraqê de nivîsîn.

‘MOSKOV DIBÊJE ARAMIYA LI IDLIBÊ GIRÊDAYÎ AGIRBESTA QEREBAXÊ YE’

Der barê geşedanên li Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Moskov diyar kir ku pêkanîna aramiyê li bakurê rojavayê Sûriyê, girêdayî çespandina agirbesta li herêma Qerebaxê ye."

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Xuya ye hevpeyvîna telefonê ya ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi hempîşeyê xwe yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re pêk anî, nikarî arîşeya li Idlibê kêm bike. Çavkaniyeke Rûsyayê ji Şerq El-Ewsat re got Pûtîn "Nameyeke arasteyî Erdogan kiriye ku Moskov bi biryar e û dê rê nede ku başûrê Qafqasyayê bibe cihekî aloziyê yê germ ku terorîstên biyanî lê kom bibin."

Li aliyekî din rojnameya El-Ereb nivîsî: "Heta berî du rojên derbasbûyî, çaxê ku balafirên Rûsyayê êrişeke asmanî birin ser baregeheke koma Feyleq El-Şam li Idlbiê ku girêdayî Enqereyê ye, wiha xuya bû ku rewşa herêmê ne diyar e bê ka dê ber bi çi ve biçe, lê ev rewş piştî êrişa asmanî ya Rûsyayê hate guhertin, lê bê guherîneke ber bi çareseriyê, lê li ber gurbûna arîşeyê."

‘GELO SERHILDANA IRAQIYAN BI DAWÎ BÛ?’

Der barê geşedanên li Iraqê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Hikumeta Iraqê metroya kolana Elsadûn vekir ku ew metro di binê meydana El-Tehrîr re derbas dibe, meydana ku bûye sembola tevgera protestoyê ya herî mezin li Iraqê ya ku beriya salekê dest pê kir û pêvajoyeke dîrokî ya nû li welêt vekir, li vê meydanê pêla herî mezin a xwepêşandan li Iraqê çêbû.

Her çi qas meydana El-Tehrîr li ber çûn û hatina trimbêlan girtiye jî lê vekirina metroya Alsadûn nîşaneke wê ye ku êdî bi lez dê bermayên komên xwepêşandêran belav bibin.

Bidawîbûna vê pêvajoyê ne tiştekî ji nişka ve bû, beriya wê hikumet hate hilweşandin û yeke nû hate avakirin, hikumeteke bi hin pîvanên nû."

‘HEVBENDIYA EL-ŞAM A NÛ DI NAVBERA HÊVIYAN Û ASTENGIYAN DE’

Der barê têkiliyên di navbera Misir-Urdun û Iraqê de, rojnameya El-Nehar nivîsî: "Di nava çend rojan de dê serokwezîrê Misirê Mistefa Medbûlî serdana Bexdayê bike da ku bi hempîşeyê xwe yê Iraqê re hevdîtinan pêk bîne. Beriya wê jî, hefteya derbasbûyî, her du wezîrên karên derve yên Iraq û Urdunê li Qahîreyê bi serokê Misirê Ebdilfetah El-Sîsî re civiyan, di çarçoveya geşkirina hevkariya di bavbera her sê dewletan de. Her sê dewletan blokeke nû ragihand, piştî civîna di navbera El-Sîsî, Abdela Al-Sanî û El-Kazim de ku li tebaxa derbasbûyî li Urdunê pêk hat, Kazimî navê "Şama Nû", yan "Rojhilata Nû" li vê hevbendiyê kir. Armanca sereke ya hevbendiyê aborî ye, her wiha hewldan hene ku Sûriye jî tev lê bibe piştî ku aram bibe, her wiha Lubnan û Siûdiyê jî, eger derfet pêk hatin. Lê astengî jî pir in, bi taybet ku Tirkiye û Îran ji vê hevbendiyê ne razî ne, her wiha herêm bi xwe jî ber bi guhertinan ve diçe."


Mijarên Din