Rojnameyên erebî: Blokên opozîsyonê yên Sûriyê li dijî hegemonyaya Enqereyê bûn yek

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa bangewaziyên blokên opozîsyona Sûriyê yên ji bo nûnerê NY`yê da ku serwerî û hegemonyaya Enqereyê rake, xwepêşandanên li Tunisê û rewşa Lîbyayê kir.

‘BLOKÊN OPOZÎSYONÊ LI DIJÎ ‘HEGEMONYAYA DEWLETA TIRK’ BÛN YEK’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: “3 blokên siyasî yên ‘Desteya Dan û Standinan a Sûriyê’ nameyek ji nûnerê NY`yê Geir Pedersen, Rûsya û dewletên herêmî re şandin da ku serweriya dewleta Tirk li ser ‘desteyê’, ‘komîteya destûrê’ û ‘hegemonyaya Enqereyê’ li ser biryara siyasî, çareser bikin. Ev yek beriya destpêkirina gera 5`an a civînên komîteya destûrê pêk tê, ku tê payîn duşema bê were lidarxistin.”

Rojnameyê destnîşan kir ku Pedersen amadekariyên gera nû ya civîna komîteyê dike ku dê sazkirina destûrê li gorî lihevkirina şandeyên hikumetê û desteya opozîsyonê, bê nîqaşkirin û wiha dewam kir: “Ev yek piştî gelek civînên ku zêdetirî salekê dewam kirin û her du şandeyan li hev nekir, pêk tê ku Şamê dixwest ‘rêgezên nîştimanî’ nîqaş bike û opozîsyonê dixwest ‘destpêk û rêgezên destûrê’ nîqaş bike.

Nivîsgeha NY`yê ya Kar û Barên Mirovî (OCHA) diyar kir ku her 10 welatiyên Sûriyê 8 heb xizan in. Bernameya Xurekan a Cîhanê jî dibêje 9.3 milyon kesên li hundirê Sûriyê ji ewlehiya xwarinê bê par in.”

Rojnameyê her wiha behsa hibijartinên serokatiya Sûriyê yên dema pêş kir ku xuya ye Rûsya girîngiyê dide hilbijartinan û Amerîka û Ewropa jî paşguh dikin. Rojnameyê diyar kir ku xuya ye Pedersen naxwaze dest di hibijartinan werde ku gotibû “hilbijartinên azad û paqij li gorî destûreke nû ya bi çavdêriya NY`yê û bi beşdariya hemû welatiyên Sûriyê pêkan e ku li gorî biryara 2254’an ew mafê wan e.

‘TEVGERA NEHDA, MÎLÎSAN TEŞWÎQ DIKE KU LI HEMBERÎ XWEPÊŞANDANÊN LI TUNISÊ BISEKININ’

Rojnameya El-Ereb jî behsa xwepêşandanên li Tunisê kir û got: “Daxuyaniyên serokê meclisa şêwirmendiyê yê tevgera Nehda Ebdulkerîm Harûnî yên ku bang li ‘ciwanên tevgerê’ dike da ku li hemberî xwepêşandanan bisekinin, derdorên siyasî bi hêrs kirin û hişt ku tevgera Nehda ya Îxwanî bê tawanbarkirin.

Piştî daxuyaniyên Harûnî, kesayetên siyasî û hiqûqî û rojnamevanan bang li aliyên fermî kirin ku bi lez bikevin nava tevgerê û van daxuyaniyên li dijî qanûnê û destûrê ku gefê li yekitiya saziyan dixwin, red bikin.

Dijberên tevgera Nehda jî dibêjin ku ev daxuyanî rastiya îslamiyan û çanda wan a dijberiya dewleta medenî û saziyên wê û bi taybetî saziyên ewlehiyê û artêşê, nîşan didin.”

‘ARTÊŞA LÎBYAYÊ LI SER HEWLDANÊN BINPÊKIRINA SERWERIYA WELÊT, HIŞYARÎ DA’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî kar û barên Lîbyayê wiha nivîsî: “Artêşa Lîbyayê li ser hewldanên derbasbûna qada hewayî ya welêt hişyarî da. Fermandariya Giştî bi daxuyaniyekê îşaret bi hewldana ketina balafirên biyanî ji qada hewayî ya Lîbyayê re bêyî koordîneya destûrxwestinê kir.

Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê daxuyand ku divê aliyên têkildar tedbîrên pêwîst ji bo derbasbûna balafiran ji asîmanî welêt re, bigirin. Fermandariyê her wiha li ser hewldanên binpêkirina serweriya xaka Lîbyayê çi bi rêya ava herêmî yan bi rêya sînorên bejahî yên Lîbyayê, hişyarî da.”

(cx)


Mijarên Din