Rojnameyên erebî: Çarçoveya Hemahengiyê li serokwezîrekî El-Sedir jê razî be, digere

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa xitimîna siyasî ya li Iraqê, vekişîna artêşa Sûdanê ji diyaloga neteweyî û krîza Lîbyayê kir.

‘ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ LI SEROKWEZÎREKÎ KU EL-SEDIR JÊ RAZÎ BE DIGERE’

Girêdayî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Serokê şepêla El-Sedr Muqteda El-Sedir li hember hevrikên xwe yên hêzên Çarçoveya Hemahengiyê yên şîe sekinî. Her wiha serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nûrî Malikî peyameke ewlebûnê ji sedriyan re şand ku ew dikarin beşdarî avakirina hikumeta bê bibin, tevî ku ew ji xebata siyasî vekişîn û ji parlamentoyê îstîfa kirin. Di heman demê de jî hevrikên El-Sedir hîna li ser namzeteke diyar ji bo serokatiya hikumeta bê li hev nekiriye. Bi wê yekê diyar dibe ku ew ê li kesayetekî wê razî bike, bigerin.

Nûrî Malikî şeva duşemê got: "Divê hikumeta bê hikumeteke ku peyameke xizmetguzariyê ji hemû iraqiyan re bişîne ku ew ne hikumeteke paşguhkirinê ye.”

Ev helwest nû ye, bi taybet ku ew bi eşkere îhtîmala beşdarbûna Sedr di hikumeta bê de li gorî mafê xwe yê hilbijartinê, piştî vekişîna wan ji parlamentoyê jî nîşan dide. Lê li gorî texmînan, El-Sedir vê yekê qebûl nake.  Ji ber ku El-Sedr, di mehên borî de, dixwest "hikumeteke piraniya nîştimanî" pêk bîne û gelek caran hewl da hêzên "Çarçoveya Hemahengiyê" bixapîne da ku bi xwe re tev li avakirina wezaretê bibe, lê belê wê Malikî li derveyî vê yekê hişt. Wê jî hişt "Çarçoveya Hemahengiyê vê yekê red bike ku berjewendiyên El-Sedir ên avakirina hikumetê têk birin."

‘SÛDAN: BURHAN ARTÊŞ JI DIYALOGA NÎŞTIMANÎ VEKIŞAND’

Li ser rewşa Sûdanê rojnameya El-Beyan ev tişt nivîsî: "Serokê Meclisa Serweriyê ya Sûdanê, fermandarê giştî yê hêzên çekdar Ebdulfettah Burhan ragihand ku saziya leşkerî beşdarî diyalogê nabe û bal kişand ser girîngiya parastina yekitî û ewlehiya Sûdanê.

Burhan diyar kir ku hêzên çekdar li kêleka tu aliyekî siyasî nasekinin ku bigihîne birêvebirina welat û ew pabendî encamnameyên diyaloga niha ne.

Burhan xîtabî gelê Sûdanê kir û got: "Biryara nebeşdarbûna saziya leşkerî di dan û standinan de di çarçoveya derfet li pêş hêzên siyasî, şoreşgerî û pêkhateyên neteweyî yên din were vekirin, pêk tê. Da ku hikumeteke neteweyî ya serbixwe ava bikin ku pêdiviyên demê pêk bîne.”

Burhan eşkere kir ku ew ê piştî avakirina hikumeteke rêveberiyê Meclisa Serweriyê rake û dê Meclisa Bilind a Hêzên Çekdar were avakirin ku fermandariya bilind a hêzên fermî bi rê ve bibe. Ew ê bibin bepirsên erkên ewlehî û parastinê, her wiha dê berpirsyariyên temamkirina erkên meclisê bi lihevkirina hikumetê re pêk bînin.”

‘LI LÎBYAYÊ WELATÎ JI BER QUTBÛNA KEHREBEYÊ BERTEKÊN XWE NÎŞAN DIDIN’

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Li Lîbyayê ku welatekî bi petrolê dewlemend e, rojane pirsgirêkên xwe yên jiyanî yên têkildarî qutbûna dubare ya kehrebeyê heye. Ev jî dihêle welatî bertekên xwe nîşan bidin.

Binkeftinên ji ber qutbûna kehrebeyê û yên din ji bo rêveberên dijberî hev, hişt ku xwepêşandan li hember saziyên siyasî yên girêdayî hemû aliyan roja înê li dar bikevin.

Li Terablusê ji salan ve bi sedan welatiyan li qada şehîdan xwepêşandaneke mezin li dar xist, her wiha li Tebreqê jî xwepêşandêr ketin parlamentoyê û agir bi beşên wê xistin.

Ruxmî ku xwepêşandan girêdayî pirsgirêkên din in jî, lê xwepêşandana sereke girêdayî qutbûna kehrebeyê bû. Ew jî eşkere dike ku çawa dikare pirsgirêkên bingehîn bibin sedema tevliheviya siyasî li welat.”

(fr)


Mijarên Din