Rojnameyên erebî: Di navbera hêzên alîgirên Rûsya û Şamê de şer

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa li başûrê Sûriyê, şerê di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de û rewşa Tirkiyê kir.

ŞERQ EL-EWSAT: ŞER DI NAVBERA CEBEL Û SEHIL DE LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ

Girêdayî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Duh hêzên alîgirên Şamê û hêzên alîgirên Rûsyayê sewqiyatên leşkerî şendin başûrê Sûriyê. Ji ber ku dîsa di navbera Cebel li Siwêda û Sehel a li Deraayê de nakokî û şer çêbû ku di encamê de kuştî û birîndar çêbûn."

Rojnameyê da zanîn ku çavkaniyekî ji eniya başûr piştrast kir ku piştî kuştina hejmarek ji endamên hêzên Dîfa El-Wetenî yên girêdayî artêşa Sûriyê li parêzgeha Siwêdayê di şerê bi Lîwaya 8’an a girêdayî Feyleqa 5’an a bi piştevaniya Rûsyayê li herêma Qerya ya li ser sînorê di navbera Siwêda û Deraayê de, Hêzên Dîfa El-Wetenî sewqiyatên leşkerî şandin herêmê.

Çavkanî ji ajanseke Almanyayê re diyar kir ku endamên Dîfa El-Wetenî bi fermana hêzên hikumeta Şamê êrişî nuqteyên Lîwaya 8’an a di navbera bajarê Busra Şam û bajarokê Qeryayê de kir û endamên feyleqê bersiva êrişê da û nuqteyên Dîfa El-Wetenî yên li herêma Qerya û gundên Bered û Mucêmir topbaran kirin.

Ji aliyekî din ve jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku di encama şer û hedefgirtina endamên Feyleqa 5’an li gundê Mucêmir a li bejahiya başûrê rojavayê parêzgeha Siwêdayê de ya nuqteya komên herêmî li Siwêdayê, 6 endam hatin kuştin û 7 ên din jî birîndar bûn. Di heman demê de şer di navbera çekdarên Feyleqa 5’an û komên herêmê ji şêniyên Siwêdayê li derdora herêma Qerya û bejahiyên rojavayê Siwêdayê li ser sînorê rêveberî ya bi ser bejahiyên rojhilatê Deraayê ve pêk hat.

EL-EREB: DEWLETA TIRK NAKOKIYA QEREBAXÊ JI RÛSYAYÊ DISTÎNE

Der bare şerê Ermenistan û Azerbêcanê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Dewleta Tirk bi rêya destwerdana leşkerî li nakokiya Azerbêcan û piştevaniya wê li hember Ermenistanê yekser şer dike, ew jî gefên yekser li berjewendiyên Moskovê di vê nakokiyê de dixwe. Ji ber Rûsya bi salan e parastina hevsengiya hêzan kir ku wê jî hişt çekan bifiroşe her du dewletan."

UKAZ: RÊXISTINEKE NAVNETEWEYÎ; ERDOGAN DÎKTATOR E

Girêdayî dewleta Tirk rojnameya Ukaz wiha nivîsî: "Li gel zêdebûna kiryarên çewisandin û binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyê, komeleya navneteweyî ya mafên mirovan serokkomar Recep Tayyîp Erdogan tawanbar kir ku bûye dîktator. Her wiha parêzerê tirk Murat Demir di dema girtinê de hat îşkencekirin û di kongreya parêzerên ji Tirkiyê, Belçîka û nûnerên ji komeleya navneteweyî ya mafên mirovan behsa îşkenceyê kir, bi wê re jî kongreya hevalbendiyê ya ji bo parastina azadî û rewşên mafên mirovan li Tirkiyê duh kiryarên îşkenceyan li girtîgehên Tirkiyê, pêşkêş kirin."

(fr)


Mijarên Din