Rojnameyên erebî: DYA li Sûriyê nameyan dide Rûsya û Îranê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa êrişa DYA`yê ya li dijî nuqteyên hêzên Îranê yên li Sûriyê, aloziya Lîbyayê û xwepêşandanên li Iraqê kir.

‘DYA`YÊ NAMEYEK DA DIJMINÊN XWE’

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Êrişa DYA`yê ya li dijî mîlîsên şîe yên alîgirên Îranê ku bi pêkanîna êrişan li dijî nuqteyên Amerîkayê yên li Hewlêrê hatibûn tawanbarkirin, ji bo gelek aliyên biyanî yên li Sûriyê wekî Rûsya û Îranê ev name da; hûn lê bidin em ê jî lê bidin, dê Washington li hemberî hedefgirtina nuqteyên wê yên leşkerî û dîplomatîk bê deng nemîne.

Rûsyayê nameya DYA`yê bi lez fêm kir. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov roja înê (duh) bang li DYA`yê kir ku peywendiyên bi Rûsyayê re vegerîne û helwesta rêveberiya Biden têkildarî Sûriyê zelal bike.

Şîrovekar dibînin ku refleksa Rûsyayê li hemberî êrişan vedigere wê yekê ku Moskov li hemberî lezbûna bersivdayîna Washingtonê ji hedefgirtina nuqteyên wê yên li bajarê Hewlêrê re, şoq ma. Di demekê de ku Rûsya pêşbîn dikir ku Biden jî wekî Obama yekser destwerdanê di dosyaya Sûriyê de neke û dosyayê ji dûr ve bi rê ve bibe.

Rayedarekî amerîkî jî ku nexwest navê xwe eşkere bike, got: “Ew êriş ji bo şandina vê nameyê bû; DYA dixwaze komên tundraw ceza bike, lê naxwaze rewş veguhere şerekî mezin.”

‘DEWLETA TIRK ÇARESERKIRINA ALOZIYA LÎBYAYÊ ASTENG DIKE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Li gorî malpereke ku tevgera firînê dişopîne û dezgehên çapemeniyê yên herêmî, 3 balafirên barhilgir ên dewleta Tirk li baregehên girêdayî hikumeta Wîfaqê ya rojavayê Lîbyayê daketin.”

Rojnameyê wiha dewam kir: “Malpera ‘Flightradar24’ û dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê ragihand ku piştî ku serokê hikumetê yê hatiye erkdarkirin Ebulhemîd El-Debîbe tekez kir ku peymana deryayî ya di navbera Fayiz El-Serac û dewleta Tirk de hatibû îmzekirin, betal nabe û dê berdewam bike, her sê balafirên leşkerî yên barhilgir ên dewleta Tirk li baregeha El-Watiyê û Kuliyê Cewiyê ya li bajarê Misratayê daketin.

Piştî avakirina desthilata nû ya bi serokatiya El-Debîbe û El-Menfî, ev yekem kargoya leşkerî ya ji bo hêzên hikumeta Wîfaq e û wekî tê xuyakirin tê wateya berdewamkirina piştgiriya leşkerî ya asîmanî ye ku dewleta Tirk dide hêzên Wîfaqê.”

 ‘ÇARENÛSA BAJARÊ EL-NASÎRIYÊ NE DIYAR E’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Bi berfirehbûna xwepêşandanan û zêdebûna pevçûnên li bajarê El-Nasîriyê yê bakurê Iraqê re ku di encamê de 3 kes hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn, Komîseriya Bilind a Iraqê ya Mafên Mirovan bang li serokwezîr Mistefa Kazimî kir ku li wir ewlekariyê pêk bîne da ku rijandina xwînê bê rawestandin.

Komîseriyê di raporeke xwe ya îro de hişyarî da ku heke tevliheviya ewlekariyê dewam bike û pirsgirêkên heyî neyên çareserkirin, her wiha heke hikumet bi erka xwe ya parastina ewlekarî û aramiyê ranebe, dê tevlihevî zêdetir bibe û hejmareke mezintir ji qurbaniyan çêbe.

(cx)


Mijarên Din