Rojnameyên erebî: Esma El-Esed li dijî Mexlûf bi ser ket û Erdogan aloziya bi Fransayê re wek olî nîşan dide

Rojnameyên erebî yên îro, der barê arîşeya di nava malbata El-Esed de, her wiha aloziya Fransa-Tirkiyê û arîşeya Lubnanê de nivîsîn.

‘ESMA EL-ESED LI DIJÎ MEXLÛF BI SER KET’

Rojnamey Şerq El-Ewsat wiha nivîsî:  "Ev cara pêşî ye ku wêneyekî mezin a Esma El-Esed hevjîna serokê Sûriyê bilind dibe. Ew jî dema civîna saziya "El-Erîn" ku stada taxa Bab Emro ya bajarê Himsê hate lidarxistin.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Cara pêşîn bû ku posterê jineke alîgirê rejîmê, di şahiyeke gelêrî de bilind dibe, bi qasî posterê serê rejîmê bi xwe ye, posterê Esma El-Esed aliyekî avahiya raserî stadê girt, li avahiya kêlekê jî posterê serok El-Esed û ala welêt hatibû daliqandin.

Çavkaniyên agahdar diyar kir ku ev nameyek bû ku Esma El-Esed da alîgirên xwe, li dijî nameyên Ramî Mexlûf kurê xalê serok, piştî ku ew li hember wî bi ser ket.”

‘ERDOGAN HEWL DIDE ARÎŞEYA SIYASÎ BIKE YA OLÎ’

Der barê arîşeya di navbera Fransa û Tirkiyê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Arîşeya siyasî ya Fransa-Tirkiyê bû mijara manşetên ku naveroka siyasî tev li ya olî dibe, her wiha diyar dibe ku ev arîşe siyasî ye, ne olî ye. Paşxaneya vê pevçûnê dide xuyakirin ku ew ne olî ye, wek çawa serokê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan dixwaze bide diyarkirin, lê li paş wê hesabên jeostratejîk hene.”

Rojnameyê nivîsî: "Der barê mijarê de wezîrê Tûnisê yê berê Mebrûk Kerşîd ji rojnameya El-Ereb re got "Xema Erdogan ne pêxember e, eger wiha bûya wê doza lidarxistina civîneke îslamî bikira" û her wiha got Erdogan hewl dide bi hestên misilmanan bilîze.”

‘DER BARÊ LÎBYAYÊ DE NAMEYÊN HIŞK JI EWROPAYÊ BO ERDOGAN’

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Yekitiya Ewropayê dereng nema û nameyên hişk ji bo serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi rê kirin, piştî Erdogan nerazîbûna xwe nîşan da der barê agirbesta Lîbyayê de û xwest agirê şer gur bike. Yekitiya Ewropayê got ew ê der heqê aliyên ku lihevhatinê asteng bike de cezayan bibire.”

‘LUBNANÎ DER BARÊ AVAKIRINA HIKUMETÊ DE PÊŞBÎN IN’

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Exbar wiha nivîsand: "Niha ji bilî pêşbîniya avakirina hikumetê cihê tiştekî din di nava siyasiyan de tune ye, piştî ku piraniya girêkan hatin çareserkirin. Lê dimîne mesela nûnertiya xiristiyanan ku meseleyeke aloz e û girêdayî têkiliyên Seed El-Herîrî û Cibran Basîl e.

Lê tê gotin ku ev mijar jî dê nebe asteng li pêşiya serokê komarê.”


Mijarên Din