Rojnameyên erebî: Ewropa û Fransa ji bo hêsankirina danûstandinan zextê li Îranê dikin

Rojnameyên erebî yên îro behsa zextên Ewropa li ser Îranê, ragihandina avakirina hikumeta nû ya Kiwêtê û dosyaya Bendava Nehdayê kirin.

FRANSA Û EWROPA JI BO HÊSANKIRINA DANÛSTANDINAN ZEXTÊ LI ÎRANÊ DIKIN

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de behsa dosyaya Îranê û zextên Ewropa û Fransayê ji bo hêsankirina danûstandinan kir û wiha nivîsî: “Gefên Îranê yên kêmkirina navaroka ‘peymana teknîkî ya demkî’ ku Tehranê bi rêveberê Wekaleta Navneteweyî ya Enerjiya Nukleerî re pêk anîbû, bi ser neketin. Fransa, Brîtanya û Almanyayê projeyeke biryarê pêşkêşî Meclisa Wekaletê ya li Viyaneyê kir û tê de tedbîrên dawîn ên Îranê şermezar kirin.

Rojnameyê destnîşan kir ku ji kêliya ku behsa projeya biryara Ewropayê hatiye kirin de ku rastî piştgiriyeke ewropî tê, rayedarên mezin ên Îranê hişyarî jê dan.

 HIKUMETA KIWÊTÊ QONAXA AVKIRINÊ DERBAS KIR Û XWE JI BO MERCÊN NE JI RÊZÊ AMADE DIKE

Rojnameya El-Ereb jî behsa avakirina hikumeta nû ya Kiwêtê kir û wiha nivîsî: “Mîrê Kiwêtê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sebbah roja çarşemê bang li desteyên qanûnsaz û rêveber kir ku hevkariyeke xurt nîşan bidin.

Mîrê Kiwêtê di axaftina xwe de ya ji bo endamên hikumeta nû tekezî bi girîngiya bersivdayîna dozên cewherî, parastina pereyên giştî li gorî hikumên destûrê û meşandina qanûnê li ser her kesî, kir.

Avakirina hikumeteke nû ya bi serokatiya Şêz Sebah El-Xalid El-Hemed El-Sebah nêzî 73 rojan dirêj kir.”

 PIRSGIRÊKA BENDAVA NEHDAYÊ BER BI ÇARESERKIRINÊ VE IDÇE

Rojnameya El-Beyan bal kişand ser axaftina Wezîrê Avdanê yê Sûdanê Yasir Ebbas ku gotibû welatê wî griêdayî pêşniyara xwe ya berfirehkirina navbeynkariya Afrîkayêyê di danûstandinên Bendava Nehdayê de ye.”

Sûdan bi wê pêşniyarê ku piştgiriyê dide navbeynkariyê, li kêleka Yektiya Afrîkayê, NY`yî, YE`yê û DYA`yê disekine ku bi wê yekê hewl didin bigihêjin peymaneke giştî.

(cx)


Mijarên Din