Rojnameyên erebî: Hevkariya Îsraîl û Amerîkayê li Sûriyê

Rojnameyên erebî yên îro der barê rikeberiya Îsraîl û Îranê ya li Sûriyê, her wiha tevgera Îxwanan li Yemenê û aloziya Lubnanê de nivîsîn.

'HEVKARIYA ÎSRAÎL-AMERÎKAYÊ LI DIJÎ ÇAVDÊRIYA ÎRANÊ LI SÛRIYÊ'

Der barê rikeberiya di navbera Îsraîl û Îranê li Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştgiriya mafê Îsraîlê yê xweparastinê li dijî hebûna Îranê li Sûriyê dike, her wiha diyar kir ku di navbera her du aliyan de der barê çavdêriya tevgera Îranê li herêmên sînor di nava kevkariyê de ne."

Berdevkê wezaretê got divê "Îran hêzên xwe yên pasdaran û Hizbullah û hêzên din ên terorîst ji Sûriyê vekişîne da ku aştî û aramî pêk bê. Berdevk got: Jixwe wezîrê karên derve Mike Pompeo pir caran ev tişt xwestiye."

'ÎXWANÊN YEMENÊ BI ALÎKARIYA TIRKIYÊ XWE JI BO TEVGERÊ AMADE DIKIN'

Der barê tevgera Îxwan El-Muslimîn de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Dezgehên ragihandinê yên girêdayî koma Îxwan El-Muslimîn diyar kir ku rayedarê payebilind yê Partiya Islah ya Yemenê Ebdullmecîd El-Zindanî ji Siûdiyê çû Tirkiyê. Çavdêrên siyasî diyar kir ku çûna El-Zindanî bo Tirkiyê nîşan dide ku ev tevger, her wiha Qeter û Tirkye dê der barê dosyaya Yemenê de tevgereke nû bikin û dê ji bo vê endamên komê yên li Yemenê bi kar bînin."

Çavkaniyên nêzî El-Zindanî diyar kir ku Qeter ji wî re li taxeke Stenbolê ya Tirkiyê cihek jê re peyda kiriye, her wiha diyar kir ku ew ê di demeke nêzîk de derkeve ser televîzyona El-Cezîre, dibe ku di hevpeyvînê de êrişî rola Hevpeymana Erebî ya li Yemenê bike."

'ALIYÊN SIYASÎ YÊN TÛNISÊ DIXWAZIN ÎXWAN WEK RÊXISTINEKE TERORÊ BÊ NASÎN'

Der barê geşedanên li Tûnisê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Koma Partiya El-Destûr El-Hur duh pêşnûmayek pêşkêşî serokatiya parlemana Tûnisê kir, tê de xwest ku parleman helwesta xwe li hemberî rêxistina Îxwanan diyar bike û wan wek rêxistineke terorê nas bike, her wiha li welêt ev rêxistin bê qedexekirin.”

Komê di pêşnûmaya xwe de xwest hikumet rêxistinên ku têkiliya wê bi Îxwanan re hebe, qedexe bike.

' LI LUBNANÊ HIKUMET XITIMÎ'

Rojnameya El-Nehar der barê mijarê de wiha nivîsî: "Bang û daxwazên derve yên navdewletî bo Lubnanê ku di demên dawîn de  zêde bûne, nîşan didin ku êdî rewş li Lubnanê metirsîdar e û Lubnan bi lez ber bi hilweşîneke mezin ve diçe, dê ne kêmî hilweşînan be ku nêzî salekê ye bi serê wê de tên."

Tişta hîn xerabtir ew e ku xebatên avakirina hikumeta nû her ku diçe dixitimin. Lewma hin kes îşaret pê dikin ku dibe ev valahî bê dagirtin û hikumeteke demkî bê avakirin û heta salekê ev hikumet bimîne."

(kn)


Mijarên Din