​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê bê berpirsyarî nêzî xwepêşandanên li Siweydayê dibe

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine, der barê rewşa li Siweydayê, rapora NY’yê ya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê DAIŞ`ê ve li Iraqê û lihevkirina li Sûdanê de nivisîn.

‘ARAMIYEKE BALDAR LI SIWEYDAYÊ’

Der barê rojeva Sûriyê de rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Her tim parêzgeha Siweydayê di rojevê de ye. Piştî xwepêşandanên li dijî rewşên jiyanî li dar ketin, xwepêşandêr derbasî avahiya qeymeqam bûn û şewitandin, aramiyeke baldar li parêzgehê serwer e.

Rejîma Sûriyê jî bê berpirsyarî bi van xwepêşandanan re mijûl dibe. Daxwazên şêniyên parêzgehê qebûl nake û piştî bûyera şewitandina avahiya qaymmeqamê, şêniyên wê bi xiyanetê tawanbar dike.”

Rojnameya El Watan a alîgirê Şamê bûyera li Siweydayê wiha wesifand: “Piştî ku kesên li dijî qanûnê êriş avahiyê kir û tiştên tê de dizîn û şewitandin, agir bi erebeyên li nêzî avahiyê xist û hewl dan derbasî avahiya fermandariya polîsê bibin, niha aramiyek li bajêr heye.”

Li gorî çavdêran li parêzgeha ku piraniya niştecihên wê durzî ne, li hember aloziya Sûriyê bê alî bû.

Rejîm jî bi zanabûn xwepêşandanên li vî bajarî paşguh dikir, da ku di bin kontrola xwe de bihêle. Li beramber wê jî, xwepêşandêr mafê xwe yê lidarxistina xwepêşandanê jî diparêzin. Yanî li hember her gûrkirinekê, wê heman bersiv hebe.

Xwepêşandan li parêzgehê berdewam in ji ber ku rejîm nikare daxwazên rewa yên şêniyan peyda bike. Her wiha xwepêşandan kontrolkirî ne ku bi awayekî aştiyane dûrî tundiyê berdewam bikin.”

‘LI GORÎ PIRSPORÊN NY`YÊ DAIŞ’Ê ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎNE'

Têkildarî dosyaya DAIŞ`ê, rojnameya El Ehram a misirî wiha nivisî: “Pisporên NY`yê di raporekê de ku tê payîn Konseya Ewlehiyê nîqas bike, destnîşan kirin ku li ser bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê rêxistina DAIŞ`ê ve li Iraqê dema “xîlafeta xwe” li herêmên ku kontrol kirine, delîl hene.

Pisporan gihaştin wê encamê e ku rêxistina DAIŞ`ê; moşek, hewan, çek û bombeyên kîmyawî çêkirine.

Di raporê de gelek delîl hatine bibîrxistin ku DAIŞ tedbîrên malî, lojistîk ên têkildarî kirînan û têkiliyên bi endamên din re girtine.

Pirsporan diyar kirin ku wan herî zêde di êrişa li dijî bajarê Taze Xurmato yê Iraqê de lêkole kiriye ku di 8`ê Adara 2016`an de pêk hatiye. Her wiha destnîşan kirin ku wan gelek delîl berhev kirine di nav de sicîlên fonên rêxisitna DAIŞ`ê û nameyên di navbera wan de hene.

Di raporê de madeyên biyolojî yên ku DAIŞ`ê bi kar anîne hatin bibîrxistin wek; aluminum phosphide, chlorine, cyanide, nicotine, ricin û thallium sulfate. Di raporê de teqezî bi encamên bikaranîna van çekan li ser şêniyên Taze Xurmato hat kirin ku bûn sedema gelek nexweşiyan mîna penceşêr.

Di raporê de behsa sûcên mezin bi taybet tundiya cinsî, çewisandina xiristiyanan û pêkhateyên din ên li Iraqê û wêrankirina mîrasa çandî û olî li wir hat kirin.”

‘LIHEVKIRINA ARTÊŞA SÛDANÊ Û DESTHILATA SIVÎL ALOZIYA LI WELÊT BI DAWÎ NAKE'

Têkildarî rojeva Sûdanê rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Artêşa Sûdanê, Meclisa Serdestiya Demkî ya Sûdanê, Hêzên Ragihandina Azadî û Guhertinê-Meclisa Navendî û komeke hevalbendan, ji bo bidawîkirina aloziya siyasî li welêt û vegerandina serseriya sivîl lihevkirina çarçoveyî bi beşdariyeke navneteweyî û herêmî, îmze kir.

Parêzer û serokê komîteya lêpirsînê ya serbixwe Nebîl Edîb got hêzên sivîl li ser tiştên di lihevkirinê de hatine bibîrixistine, lihev kirine. Tişta li hola Sedaqa roja duşemê pêk hatî, rê li pêşiya hêzên sivîl vedike ku têkildarî amadekirina destûrê û berdewamkirina avakirina sazûmaniya desthilatê vedike. Lê heke bi binkevin, dê li ser astên siyasî û gel zirarên mezin bibînin.

Analîzvanê siyasî El Şefî Edîb jî bi bîr xist ku partiyên lihevkirin îmze kiriye, ji aliyê gel ve nayên qebûlkirin û dabîn tune ye ku artêş pabendî lihevkirinê be. Nexasim ku aloziyên aborî girêktir dibin.”

(şx)


Mijarên Din