Rojnameyên Erebî: Hêz şandina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldana rakirina cezayên li ser Şamê

Rojnameyên Erebî yên îro der barê liv û tevgera Amerîka-Tirkiyê li Sûriyê nivîsîn, her wiha rewşa aborî ya Sûriyê û aloziya Tûnisê jî di rojevê de bûn.

`AMERÎKA HÊZÊ RÊDIKE BAKUR ROJHILATÊ SÛRIYÊ`

Der barê mijarê de rojnameya Şerq El-Ewset nivîsî: "Hêzên Amerîkayê hinek tevger li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn, armanca wê ew bû ku Tirkiyê rawestîne û nehêle ku derbasî rojhilatê Firatê bibe."

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh ragihand ku "Hêzên Amerîkayê hejmareke mezin a tank û maşîneyên zirxî anîn baregeha xwe ya Dêrikê û gundewarê Hesekê. Her wiha bi tena xwe li seranserî herêma sînor dewriyeyeke pêk anî. Di nava 48 saetên derbasbûyî de jî Amerîka hêz derbasî heman baregehê kiribûn, tê gotin ku Amerîka dixwaze li gundewarê Dêrikê baregeheke nû ava bike, ku li ser sêgoşeya sînorîn Sûriyê-Tirkiyê- Iraqê ye."

Rojnameyê got ku ev liv û tevgera Amerîkayê piştî gefa Tirkiyê a hewldana oporerasyoneke lişkerî ji bo desteserkirina herêma sînor pêk hat."

`TEVGEREKE NAVDEWLETÎ JI BO RAKIRINA CEZAYÊN LI SER ŞAMÊ`

Rojnameya El-Ereb der barê mijarê de nivîsî: "Di demên dawî de liv û tevgereke navdewletî çêbûye, da ku cezayên aborî yên li dijî  rejîma Sûriyê bêne rakirin ya jî kêmkirin, ev tevger ji Meclisa mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî des pê kir û kete nava danûstandinên hin lîderên welatên Ewropayê, bi taybet Fransa û Amerîkayê."

Siyasetmedarê Sûriyê yê dijber ku li Amerîkayê dijî Eymen Ebdilnûr ji El-Ereb re got: "Nêrînên navdewletî der barê mijara cezayên li ser Sûriyê de têne guhertin, li ser wê hin helwest û pêngav derketin, xuya ye ku bi awayekî navendî hatine plankirin."

Vê liv û tevgerê di dema ku pispora mafên mirovan a serbixwe li Neteweyên Yekûyî Alena Dohan xwest ku cezayên li dijî Şamê bêne rakirin des pê kir, ji ber ku ew ceza "hewldanên ji nû ve avakirina binesaziya ji ber şer hatiye rûxandin, asteng dikin."

Ebdilnûr her wiha got: "Pitşî wê, gelek oldarên payebilind yên Sûriyê û Lubnanê têkiliyê bi rêxistinên xiristiyan ên cîhanê bi taybet ên li Fransa, Swîsra û Brîtanyayê re kirin, wan jî daxwaznameya rakirina cezayan îmze kir."

Ebdilnûr ragihand ku Macron alîgirê rakirina cezayên li ser Şamê ye, ji ber ew dizane ku ew ê nikaribe perava Beyrûtê ava bike eger cezaya Sezar dewam bikin. Her wiha li gorî Macron, wê cezayên Sezar li pêşiya tevlîbûna şirketên Firansayê ya nava xebatên ji nû ve avakirinê re bibe asteng."

`PROTESTOYÊN SÛRIYÊ GIHIŞTIN PARLEMANÊ`

Di derbrê geşedanên li Tûnisê rojnameya El-Beyan nivîsî : "qata protestoyan li Tûnisê fireh bû, girseya xwepêşandêran duh berê xwe dane avahiya parlemanê, dema li parlemanê dengdana guherîna hin kabîneyên hikumeta Hişam El-Mişêşî di dengdanê de bû, hêzên ewlehiyê jî rêyên herêmê girtin."

Hin xwepêşandêran benda ewlehiyê ya li derdora parlemanê derbas kirin, da ku xwe bighînin qada Barodo ya li kêleka parlemanê.

Xwepêşandan ji taxa Tedamun ya gelêrî li rojavayê paytextê Tûnisê dest pê kirin, li wir xwepêşandanên herî mezin pêk hatin. Xwepêşandêran diruşmeyên li dijî pergala siyasî ya Tûnisê bilind kirin. Her wiha hin dirûşmeyên daxwazên civakî û aborî jî bilind kirin."


Mijarên Din