​​​​​​​Rojnameyên erebî: Iraqî li benda civîna parlamentoyê ne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa xitimîna siyasî ya li Iraqê, krîza Lîbyayê û dosyaya xêzkirina sînoran di navbera Îsraîl û Lubnanê de kir.

‛NERAZÎBÛNAN RAGIHANDINA HEVALBENDIYEKE NÛ LI IRAQÊ TÊK BIR’

Der barê rewşa Iraqê de, rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsand: "Duh Çarçoveya Hemahengiyê li ser ragihandina hevalbendiyeke nû bi navê "Rêveberiya Dewletê" ku hikumetê ava bike, nêz bû. Lê fermandarên şîe yên navdar neçar kir ku "li bendê bin" heya ku were piştrastkirin ku rêya nû ji berteka Tevgera Sedr û tevgera xwepêşandanan a ku xwe amade dike ku hefteya bê dîsa xuya bike, ewle ye.

Li gel krîza desthilatê ya ji mehekê ve, iraqî civîna parlamentoyê ya ku sibe ji bo dengdana li ser qebûlkirina îstîfaya serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî were lidarxistin, dişopînin. Di civînê de du bend hene; ya yekemîn dengdayîna li ser îstîfakirina serokê parlamentoyê û ya duyemîn li ser hilbijartina serokekî nû ji parlamentoyê re ye.

Lê aliyên herî bicoş ên di Çarçoveya Hemahengiyê de ku hevalbendiya "Rêveberiya Dewletê" ya nû ragihînin, koma Nûrî Malikî ye. Gerînendeyê nivîsgeha wî got "keştî bi rê ket". Çavkaniyan jî da zanîn ku nerazîbûnên cewherî yên ji fermandarên şîe li ser wê rêyê, hişt “keştî li beravê bimîne."

LI GEL HIŞYARIYÊN LI SER XETEREYA REWŞÊ LI ROJAVAYÊ TERABLUSÊ PEVÇÛN HENE’

Li ser rewşa Lîbyayê rojnameya El Ereb ev tişt nivîsî: "Bi pêşdeçûneke nû ya nakokiya li Lîbyayê, şeva yekşemê di navbera komên çekdar de şerekî dijwar li nêzî bîrên petrolê yên li bajarê Zawiyê yê rojavayê Terablusê rû da.

Malpera "Bewabet El Weset" li ser zimanê welatiyên nêzî herêmê ragihand ku hîna şer bi çekên giran û sivik berdewam in.

Welatiyan da zanîn ku rêya Zawiyê ji ber şer girtî ye, di heman demê de di dîmenên hatine belavkirin de dengê guleyan tê.

Li gorî berdevkê saziya destwerdana lezgîn û awarte Usame Elî, di bîlançoya destpêkê ya şer de, zarokek hate kuştin û 8 sivîl birîndar bûn."

LUBNAN LI BENDA PÊŞNIYARA XÊZKIRINA SÎNORÊN DERYAYÎ BI ÎSRAÎLÊ RE YE’

Li ser dosyaya xêzkirina sînorên deryayî yên Lubnan-Îsraîlê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Cîgirê serokê meclisa nûneran a Lubnanê Îlyas Boseeb texmîn kir ku pêşniyara ku dê navbeynkarê amerîkî Amos Hochstein ê dan û standinên neyekser ên xêzkirina sînorên deryayî yên başûr bişîne, ku beriya dawiya vê hefteyê bigihîne qesra Beibeda.

Li gorî daxuyaniya serokatiya Lubnanê ku ajansa nûçeyan a Almaniya diyar kiriye Boseeb di hevdîtina bi serokkomarê Lubnanê Mîşêl Ewn re duh li qesra Beibeda ev axaftin kir. Mîşêl Ew encamên serdana ku Boseeb di hefteya borî de û hevdîtinên bi navbeynkarê amerîkî re kirine eşkere kirin.

Amos Hochstein di 9’ê Îlonê de serdana Lubnanê kir û pêşniyarên nû ji bo dosyaya xêzkirinê ji Lubnanê re kirin û ji berpirsên lubnanî re ku dîtine encamên peywendiyên bi aliyê Îsraîlê re kirine û hin xalên girêdayî dan û standinan diyar kir. Her wiha Amos Hochstein li nêrînên Lubnanê der barê hin xalên ku der barê dosyayê de li ser lêkolîn tên kirin, guhdar kir. "

(fr)


Mijarên Din