Rojnameyên erebî: Iraq êşa parçebûna siyasî dikişîne

Rojnameyên erebî yên îro îşaret xetimandina rewşa siyasî ya Iraqê, jihevxistina şaneyên terorî li Tunisê û rewşa Lîbyayê kir.

DI RAGEŞIYA DI NAVBERA KOMAN DE HERÎ ZÊDE IRAQÊ WENDA KIRIYE

Têkildarî kar û barên Iraqê rojnameya El-Ereb ev nivîsand: "Têkçûna Koalîsyona Sêalî ya Şepêla El-Sedir, PDK`ê û Itîlafa Sunî di garantiya kota qanûnî ya hilbijartinên serokkomariya Iraqê de, ji bo Çarçoveya Koodînasyonê ya hêzên Şîe û aliyên din ên siyasî, serkeftineke demkî ye.

Li gorî kota qanûnî divê ji 329`an 220 parlamenter tev li civînê bibin, lê roja şemiyê tenê 202 parlementer beşdar bûn, lewma serokatiya parlamantoyê ev civîn veguherandin civîneke asayî û roja çarşema bê dê ji nû ve civîna hilbijartina serokkomariyê li dar bixin.

Hin aliyên siyasî pêşbîn dikin ku ew ê encamên civîna bê jî wekî ya beriya wê be, ji ber ku hêzên ku boykot kirine hîn jî li ser helwesta xwe ne, di heman demê de Şepêla El-Sedir û hêzên hevalbend siyasetên xwe di ber çavan re derbas nekirin.

Têkildarî mijarê aliyên siyasî da zanîn ku di encama xetimîna rewşa siyasî de, herî zêde Iraqê wenda dike.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî duh bang li hêzên siyasî kiribû ku nakokiyên xwe derbas bikin û hikumeteke nû ava bikin.

Çavdêr pêşbîn dikin ku ger rewşa heyî ya li Iraqê wiha bimîne, dê welat bi du berbijêrkan re rû bi rû bimîne; lidarxistina hilbijartinên nû yan jî berdewamkirina krîza heyî."

TUNIS KIRYARÊN TERORÎSTANE YÊN KU DEWLETÊN CÎRAN DIKE HEDEF, TÊK BIRIN

Têkildarî rewşa Tunisê rojnameya Şerq El-Ewset ev nivîsand: "Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Parastina Neteweyî ya Tunisê "wezareta hundirîn" Hûsamedîn El-Cibablî ragihand ku zêdetirî 148 şaneyên terorîst hatine jihevxistin.

Di civîneke çapemeniyê de El-Cibablî diyar kir ku wan şaneyan dixwest li Tunisê û dewletên derdorê xerabî bikirana, lê navên wan eşkere nekir û wiha got: "Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê piştî nas kir ku şaneyek li bajarê Sûsê heye û girêdayî rêxistina Cind El-Xîlafê ya girêdayî rêxistina DAIŞ`ê ye, 30 kes girtin û 17 xistin zindanê. El-Cibablî da zanîn ku Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê di demên dawî de kesên biyanî ku baweriya xwe bi fikrê terorî dianîn û dixwestin tev li rêxistina Cind El-Xîlafe bibin an jî biçin Lîbyayê da ku tev li şaneyên terrorist bibin, girtin."

Berdevk anî ziman ku hêzên ewlehiyê yên Tunisê jinek ji rêya balafirgeha Tunis Qertac ku ji dewleteke biyanî hatibû, girt. Aliyên ewlehiyê diyar kir ku rêxistinên terrorist ew şandine."

LÛTKEYA MISRÊ-LÎBYA ÎRO LI QAHÎRA YE

Derbarê rewşa Lîbyayê de rojnameya Îtîhad El-Îmarat ev nivîsand: "Dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê daxuyand ku Îro dê li paytexta Misirê Qahîre lûtkeya Misir-Lîbyayê ya di navbera serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî û serokê meclisa serokatiyê yê Lîbyayê Mihemed El-Menfî de,  li dar bikeve.

Lûtke hemwextî serdana fermandariya giştî ya hêzên çekdar ên Lîbyayê Xelîfe Hefter ji Misirê re pêk hat.

Çavkaniyekî Misirê ku nexwest nasnameya xwe eşkere bike, da zanîn ku serokê Parlamantoyê Eqîle Salih li Qahîre ye. Têkildarî mijarê balyoza Brîtanyayê li Lîbyayê Caroline Hurndl dema bi fermandarê artêşa Lîbyayê re Xelîfe Hefter re civiya, ji Hefter re gotibû li şer venegere û hemû çeteyan ji Lîbyayê derxe. Her wiha bang li hemû aliyên Lîbyayê kir ku peywendiyê bi şêwirmend Stephanie Williams re çêbike.

(eh)


Mijarên Din

Esed li Çînê ye