Rojnameyên erebî: Li başûrê Sûriyê rewş ne aram e û aliyên Lîbyayê amadekariyên Cinêvê dikin

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa li başûrê Sûriyê û tevgerên Misirê yên girêdayî Lîbyayê kir.

ŞERQ EL-EWSAT: LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ PIŞTÎ HEDEFGIRTINA HÊZÊN RÛSYAYÊ AMADEKARÎ HENE

Rojnameyên erebî vê sibehê girêdayî rewşa li Sûriyê gelek mijar nirxandin, jê rewşa li başûrê Sûriyê. Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Hêzên ‘Tugeya Pêncem’ a Rûsyayê li başûrê Sûriyê, piştî hedefgirtina endamên tugayê li Besrayê li gundewarên Deraayê, bi ser malan de girt. Li aliyekî din fermandarekî muxalif ê berê pêkanîna serhildanek gel li dijî hêzên rejîmê destnîşan kir.

Bi berdewamkirina bûyerên qetilkirin û suîqastkirinê li başûrê Sûriyê re, di 18`ê Îlonê de li Besrayê fermandarekî sereke yê ‘Tugaya Pêncem’ ên alîgirên Rûsyayê bi rêya bombeyekê ku li taxa Kelehê ya bajêr bi erebeya wî teqiya, hate hedefgirtin. Di wê erebeyê de Elî Baş, Qasim Miqdad hebûn. Her du jî fermandarên ‘Tugaya Pêncem’ in û ji şêniyên bajêr in. Piştî teqînê her du birîndar bûn û ji nexweşxaneya bajêr re hatin rakirin.

Li gorî hinek çavkaniyên taybet ji bajêr, hêzên Tugaya Pêncem piştî bûyerê bi çend saetan ser malên herêma ku bûyer lê qewimiye de girt û kesên gumana wan di bûyerê de hene, eşkere kirin. Yek ji wan di lêpirsînê de hate kuştin. Her wiha fermandarên tugayê gefa cezakirinê li dijî şêniyan dixwin.”

Rojnameyê wiha domand: “Fermandarê tugayê yê bi navê Yasir El-Zuibî ji bûyera qetilkirinê bi rêya guleyan dema li ser rêya di navbera bajarokên Cîze û Mitaiye li rojhilatê Derrayê de bû, filitî. Zuibî ji bajarokê Tîbe ye û beriya ku rejîm parêzgehê kontrol bike, di nav komeke herêmî ya muxalif a girêdayî Cebhe Cenibûye de bû. Piştre tev li Tugaya Pêncem bûn. Her wiha endamekî din ê tugeyê bi navê Mueyed El-Xewazî piştî lihevkirina lihevanînê li başûrê Sûriyê bi suîqastê hate kuştin û berê endamekî komên opozîsyonê bû.”

Rojnameyê wiha domand: “Edhem El-Kirad fermandarekî komên opozîsyonê li Derayê bû, gefa pêkanîna serhildaneke gel li parêzgehê heke rejîm kiryarên xwe li dijî şêniyên herêmê domandin.”

EL-EREB: MISIR XELÎFA HEFTAR Û AQÎLA SALIH BERIYA CINEVÊ NÊZÎ HEV DIKE

Têkildarî kar û barên Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Qahîre hewl dide fermandarê giştî yê artêşa Lîbyayê Xelîfa Hafter û serokê parlamentoya Lîbyayê Aqîla Salih beriya lidarketinu diyaloga Cinbvê yên çaranûsî li hev bîne.

Li gorî çavkaniyên siyasî ji Misirê, Qahîre dibîne ku kongreya Cinêvê dê çaranûsî be û derfeteke nû ji bo çareseriyê peyda bike. Washington jî di vî alî de hewl dide û dixwaze encamên erênî beriya hilbijartinên Amerîkayê bi dest bixe.”

(şx)


Mijarên Din