​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Iraqê derfeta avakirina hikumeteke demkî di rojevê de ye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa aloziya siyasî ya Iraqê, rewşa Lîbyayê, dosyaya balafirên şer ên F-16 di navbera Tirkiye û Amerîkayê de kir.

‘BEXDA: HIKUMETEKE DEMKÎ YA BI SEROKATIYA KAZIMÎ TÊ NÎQAŞKIRIN’

Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Serokê Hevbendiya Dewleta Yasa Nûrî Malikî şeva duşemê xîtabek da ku tê de şertên serokê şîe Muqteda Sedr ên jihevxistina parlamentoyê red kir. Di heman demê de çalakvanên siyasî, di nav de yên hêzên Çarçoveya Hemahengiyê, nimûneyeke çareseriyê ragihand.

Malikî got tenê bi erêkirina pêkhateyên Iraqê bi rêya saziyên destûrê, ne jihevxistina parlamentoyê, ne guhertina rejîmê, ne jî hilbijartinên pêşwext dikarin nêrînekê li wî ferz bikin, tenê bi lidarxistina Meclisa Nûneran ev yek pêkan e.

Li ser asta stratejîk jî, ev rengê siyasetê dibe ku projeya Çarçoveya Hemahengiyê ji holê rake û metirsiyeke mezin ji bo Îranê û Nivîsgeha Elî Xamaneyî çêke. Ji lew re, di çalakiyên siyasî yên şîe de, nûnerên Tehranê di nîqaşên li ser çawaniya bidawîkirina nakokiyên di nava şîeyan de, hatin beşdarkirin.

Ji dema alîgirên Sedr dest bi xwepêşandanan kir, gelek pêşniyarên ji bo agirbestê ji Sedr re hatin pêşkêşkirin, lê wî red dikin. Niha jî feraziya avakirina hikumeteke demkî ji bo salekê tenê ku ne Sedr ne jî Malikî beşdar dibin, tê vejandin.

Çavkaniyekî siyasî yê payebilind dibêje ku 2 nûnerên Îranê bedşarî van nîqaşan bûne, lê tu mîsogerî tune ne ku Sedr vê formê qebûl bike. Ji ber ku ji hikumetê bêhtir dixwaze rejîm were sererastkirin. Lê belê dibe ku rewşa nû ya di hundirê Çarçoveya Hemahengiyê de guhertineke biçûk di helwesta wê de çêke.

Siyasetmedarên iraqî texmîn dikin ku Malikî êdî çarenûsa xwe ya siyasî kontrol nake, nexasim piştî nîqaşên di navbera îraniyan de; general Îsamîl Qanî û fermandarên Çarçoveya Hemahengiyê. Çavkaniyekî payebilind dibêje: “Dibe ku Malîkî bihêle rêya guncaw a derketina ji pirsgirêka avakirina hikumetê, hilbijêre, dê ev yek di aloziya bi Sedr re gaveke pêşketî be. Wê demê dikarin alî bigihêjin rêgeheke çareseriyê. Lê dîsa jî mijara dan û standina bi şertên Sedr re ji bo bidawîkirina aloziyê çarenûsî ne.” Hin aliyên beşdarî nîqaşên şîe jî bûne dibêjin, hikumeteke demkî ku Sedr û Malîkî beşdar nabin, ji aliyê gelek derdoran ve tê pêşwazîkirin. Lê belê Sedr dixwaze vê hikumetê kontrol bike ku “projeya xwe ya çareserkirinê” pêk bîne. Ev jî tê wateya ku Çarçoveya Hemahengiyê neçar e ku namzetê xwe Mihemed Şiya Sûdanî biguherîne. Ji ber ku israrkirina di wî de, li dijî armancên nîqaşên heyî ye. Ji lew re, Mistefa Kazimî vebijêrkeke ewle ye. Nexasim ku Kazimî hewl dide di navbera her du aliyên nakok de, navbeynkariyê bike.”

‘NÎQAŞÊN TUND LI SER PÊŞNIYARA AVAHIKIRINA HIKUMETEKE SÊYEMÎN’

Rojnameya El Beyan jî li ser rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Li Lîbyayê têkildarî derfetên avakirina hikumeteke sêyemîn ji bo bidawîkirina şerê di navbera Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya bi serokatiya Ebdulhemîd El Debîbe û Hikumeta Îstiqrarê ya bi serokatiya Fethî Başaxa de, nîqaşên berfireh hene. Li gorî hin agahiyên hatine belavkirin, di navbera serokê Meclisa Nûneran Eqîla Salih û serokê Meclisa Şêwirê ya dewletê Xalid El Muşrî de, lihevkirin heye. Li gorî heman agahiyan, hikumeta sêyemîn dê bi serokatiya cîgirê yekemîn ê serokê Meclisa Serokatiyê ya herêma Terablusê Ebdullah El Lafî be.

Çavkaniyên xwedî agahî eşkere kir ku ev mijar ji valahiyê nehatiye, lê belê ev pêşniyar di rastiyê de hatiye kirin, armanc jê gihaştina hikumeteke nû ku hemû hêzên siyasî li ser li hev bikin û armanca wê rêvebirina qonaxa bê û çavdêriya birêxistinkirina hilbijartinan be.

Çavdêr dibêjin ku li gel berdewamkirina parçebûnê û nebûna baweriyê, her wiha li gel serweriya milîsên ku li herêma rojavayê welat xwediyên biryarê ne, li kêleka çaresernekirina dosyaya hêzên biyanî û çeteyan, avakirina hikumeteke sêyemîn dê ne bi sûd be. Çavdêr tekeziyê bi wê yekê jî dikin ku avakirina hikumeteke sêyemîn di vê qonaxê de ne tiştekî rasyonel e û dê aloziyê dirêjtir bike û bibe sedema şer.”

‘ŞANDEYEKE PARASTINÊ LI WASHINGTONÊ ÇARENÛSA BALAFIRÊN F-16 NÎQAŞ DIKE’

Rojnameya El Ereb jî têkildarî rewşa Tirkiyê wiha got: “Enqereyê sêşemê ragihand ku şandeyeke Tirkiyê hefteya bê serdana Washingtonê dike, di plansaziya wê de dê sozên serok Joe Biden ên radestkirina balafirên şer ên F-16 ji bo çekên hewayî yên Tirkiyê, bê nîqaşkirin.

Lê belê tekez kir ku Enqere hîna jî bi tundî li dijî şertên firotinê yên endamên berz ên Senatoya Amerîkayê ye, yên ku li ser têkiliyên xirab ên Tirkiye-Yewnanistanê fikarên xwe tînin ziman.

Akar ji kanalên televîzyonê re got: “Em nikarin van şertan qebûl bikin, em hêvî dikin ku Senato dev jê berde.”

Tirkiye di Cotmeha sala borî de daxwaza kirîna 40 balafirên F-16 yên şîrketa Lockheed Martin, her wiha nêzî 80 alavên nûjenkirinê yên balafirên şer yên heyî, ji Amerîkayê re pêşkêş kiribû. Lê têkildarî firotinê Washingtonê tu daxuyanî nedabû û tenê gotibû firotina çekdan divê li gorî tedbîrên qanûnî yên pêwîst be.”

(cx)


Mijarên Din