Rojnameyên erebî: Li Siwêdayê serhildan, li Îranê bangên domandina xwepêşandanê

Li bajarê Siwêda yê Sûriyê xwepêşandanên girseyî ji ber rewşa aboriyê hatin lidarxistin û banga hilweşandina rejîmê hate kirin. Li Îranê ruxmî belavbûna agahiyên rawestandina karê "polîsên exlaqê” lê xwepêşandan dewam dikim. Li aliyekî din jî çavdêr diyar dikin ku civîna îro ji bo avakirina hikumeta Lubnanê dê nakokiyên siyasî kûrtir bike.

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser xwepêşandanên li Siwêda û Îranê û aloziya siyasî ya li Lubnanê.

‘SIWÊDA SERÎ HILDIDE '

Têkildarî xwepêşandanên li Siwêda ya Sûriyê rojnameya El Şerq El Ewsat wiha nivîsî: "Duh (şemiyê) bajarê Siwêda yê başûrê Sûriyê serî hilda. Gelê bajar ji ber hilweşîna rewşa debarê bêçaretiya rejîmê, her wiha ji ber gurbûna aloziya sotemeniyê ku di encamê de li piraniya herêman tevger rawestiya û li gel bilindbûna buhayan xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandêr hatin gulebarankirn û sivîl birîndar bûn.

Ji beriya derdora salekê ve cara yekemîn e ku girseyeke mezin êrişî baregeheke fermî anku avahiya parêzgeriyê ya bajêr dike. Xwepêşandêran êrişî avahiyê kir û şewitand, her wiha wêneyê serok Beşar Esed rakir. Li herêma avahiya parêzgeriyê û avahiya fermandariya polîsan ku tevlihevî lê heye, sivîlek û polîstek hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn.

Endamên hêzên rejîmê piştî ku xwepêşandêr ji hev xistin, li bajar belav bûn. SOHRʹê destnîşan kir ku ji bo piştevaniya xwepêşandanên li navenda bajar û şermezarkirina rewşa debarê ya hilweşiyayî, xwepêşandêran rêya Şam-Siwêdayê nêzî gundê Hezim birî.”

‘RAGIHANDINA RAWESTANDINA KARÊ POLÎSÊN EXLAQÊ HÊRSA LI ÎRANÊ VENAMIRÎNE’

Têkildarî rewşa Îranê jî rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Nîşaneyên rejîma Îranê yên têkildarî rawestandina karê polîsên exlaqê hêrsa li welat venemirand. Ji 3 mehan ve piştî kuştina Mehsa Emînî (22), li welat hêrseke mezin heye.

Xwepêşandêran roja yekşemê banga grevê ji bo 3 rojan di vê hefteyê de kir da ku zextê li desthilatê bikin, nemaze piştî ku serdozger Mihemed Cafer Muntezirî rawestandina karê polîsên exlaqê ragihand.

Wezareta Karên Hundir tu daxuyanî nedan ku agahiyên rawestandina karê polîsên exlaq de piştrast bike. Saziyên ragihandinê yên fermî yên Îranê ragihand ku serdozer ne bepirsê çavdêriya polîsên exlaq e.”

‘CIVÎNA HIKUMETA LUBNANÊ NAKOKIYA SIYASÎ KÛRTIR KIR’

Têkildarî rojeva Lubnanê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: “Serokê hikumeta Lubnanê ya demborî Necîb Mîqatî banga lidarxistina civîna parlamentoyê kir. Hêzên Tevgera Nîştimanî ya Azad, Partiya Hêzên Lubnanî li hember lidarxistina vê civînê derkertin ku çavdêr dibêjin dê girîngiya civîna parlamentoya kêm bike ku tê payîn pêncşemê li dar bikeve.

Beriya çend rojan Mîqatî ragihandibû ku tenê dixwaze helwesta aliyan fêm bike ku gelo dê helwesta neyînî ya Tevgera Nîştimanî ya Azadî vê gavê asteng bike lê na. Ruxmî wê jî Mîqatî banga lidarxistina civîna Meclisa Wezîran kir. Li gorî bernameya civînê dê 25 bend werin gotûbêjkirin. Li gorî gelek çavkaniyan, Mîqatî di banga xwe de, tenduristiya lubnaniyan û berjewendiyên wan kir bingeh.

Lubnanî jî li benda encamên civînê ne.” 

(şx)


Mijarên Din