Rojnameyên erebî: Li Sûriyê rikeberiya Îsraîl û Hizbullahê û Erdogan xwe ji bo pêvajoya aloz amade dike

Rojnameyên erebî yên îro der barê arîşeya di navbera Hizbullah û Îranê de li Sûriyê, her wiha geşedanên li Lîbya û Tirkiyê de nivîsîn.

‘LI BAŞÛRÊ SÛRIYÊ RIKEBERIYA ÎSRAÎL Û HIZBULLAHÊ’

Der barê mijarê rojnameya El-Nehar a Lubnanê nivîsî: "Di rojên dawiyê de, pir bûyer û agahî bi dest ketin û nîşan didin ku Hizbullah û Îsraîl biryara dewamkirina rikeberiyê dane, her wiha biryar dane ku dê li başûrê Sûriyê û derdora girê Golanê bêne hember hev.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Bêyî ku eşkere bike, xuya ye ku Hizbullah dê hewl dibe armancekê pêk bîne, ew jî ewe ku li wê deverê leşkerên xwe bi cih bike, lê Îsraîl jî dê tu carî vê tiştê nepejirîne.

Çavdêr dibêjin ku bêhna fermandariya leşkerî ya Îsraîlê bi êrişên asmanî yên berê fereh nebûye, lewma berî du şevan êrîşî hemen deverê kir, lê va carê Îsraîlê eşkere got ku êriş li dijî Hizbullahê bû.”

‘ERDOGAN XWE JI BO PÊVAJOYEKE GIRAN A BI BIDEN RE AMADE DIKE’

Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Erdogan û hin serokên din, dişopînin çawa cîhanê amadekariya çûyîna serokê Amerîkayê yê hilbijartî Joe Biden dê here Koşka Spî, ji ber ku li gorî tişta xuya dike, dê dan û standina van serokan di çar salên bê de pir zehmet be.”

Erdogan di axaftineke xwe de roja şemiya derbasbûyî got "Dostaniya me ya dawiyê bi Rûsyayê re, nakeve şûna dostaniya me ya demdirêj bi Amerîkayê re, roja din jî xwest ku têkiliyên xwe bi Ewropayê re xweş bike.

Xuyaye ku serok; Tirkiyê xwe ji rewşeke aloz re amade dike, hefteya derbasbûyî parlemana Tirkiyê biryar da ku şîrketên enerjiyê yên Tirkiyê yên li derve vegerin Tirkiyê, berpirsekî Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyê got ev biryar bergiriyek bû eger Amerîka cezayan li Tirkiyê bibire.”

‘LÎBYAYÎ BER BI YEKKIRINA PARLEMANA XWE VE DIÇIN’

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Piştî 5 salên parçebûn û belavbûnê, Meclisa Nûneran a Lîbyayê ber yekbûnê ve diçe, xwe amade dike ku biçe pêvajoya demkî. Endamên Meclisê li bajarê Tanca yê Fasê civîneke şêwirdariyê lidar xist, yek ji encamên girîng ên civînê ew bû ku biryar hate dayin ku bajarê Benixazî bibe navenda Meclisa Nûneran.”

Çavkaniyan diyar kir ku nûner dê bajarê Tancayê biçin Gidamisê da ku civîneke hemû endamên meclisê bê lidarxistin, ev tişt jî cara pêşî ye pêk tê.

‘BIDEN: DEMA SEROKATIYA MIN DÊ NE PÊVAJOYA SÊYEMÎN YA OBAMA BE’

Der barê geşedanên li Amerîkayê de rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Serokê Amerîkayê yê hilbijartî Joe Biden ragihand ku Amerîka dê rola xwe ya serokatiya cîhanê vegerîne, her wiha teqez kir ku dê rêveberiya wî dê li gorî diplomasî û hevkariya navdewletî ya piralî tev bigere.

Biden her wiha got dema serokatiya wî dê ne pêvajoya sêyemîn a dema serokatiya Obama be.”


Mijarên Din