Rojnameyên erebî: Li Washingtonê nêrîneke nû ji bo çareseriya aloziya Sûriyê

Rojnameyên erebî yên îro der barê siyaseta Amerîkayê ya nû li Sûriyê, her wiha lihevhatina Misir û Qeterê û aloziya Lîbyayê de nivîsîn.

‘WASHINGTON… NÊRÎNEKE NÛ JI BO ÇARESERIYA ALOZIYA SÛRIYÊ’

Rojnameya El-Beyan nivîsî: "Tê payîn ku siyaseteke Amarîkayê ya nû ya der barê Sûriyê de heye, piştî çar salên dirêjkirina aloziyê û bêçaretiyê. Lê ev tişt hîna teqez nebûye. Hin nîşanên vê siyasetê di rêveberiya nû ya serokê Amerîkayê Joe Bide de xuya dikin, tevî ku rêveberiya serokê berê Brak Obama tev li dosyaya Sûriyê nebû, lewma rê li pêşiya destwerdana herêmî hate vekirin."

Çavkaniyan anî ziman ku wê Biden berê siyaseta giştî ya herêmê biguherîne, ev yek ji bo Sûriyê jî pêk tê, tevî ku pirsa Sûriyê gihiştiye hin xetên siyasî, tenê maye ku hin fişar bêne kirin û li gorî biryarên Neteweyên Yekbûyî pêvajoya siyasî dest pê bike.

Nîşana pêşîn a siyaseta Amerîkayê ya nû der barê Sûriyê de, erkdarkirina Brett McGurk e ku weke şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê kar û barê Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn hatiye erkdarkirin. Yên ku siyastmedar û parêzer Brett McGurk nas dike, dizanin ku erkdarkirina wî tê çi wateyê di siyaseta Amerîkayê ya derve, li ser herêmê û Sûriyê û Iraqê, her wiha têkiliyên nû yê bi Tirkiyê re dê çawa bin.

Der barê dosyaya Sûriyê de geşedaneke çêbû, beriya du rojan diplomata Amerîkayê Zehra Bell bo serokatiya nivîsgeha Sûriyê li Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê hate erkdarkirin. Ev tê wateya ku ew dê li Koşka spî be, dê raporan bide berpirsê ewlehiya neteweyî yê kar û barên bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn, ev jî gaveke nû ye der barê dosyaya Sûriyêde ye.”

‘VEGERA TÊKILIYÊN QETER Û MISIRÊ’

Der barê lihevhatina Misir û Qeterê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Hin pêwîstiyên herêmî û navdewletî xwe ferz kirin û hiştin ku di navbera Misir û Qeterê de lihevhatin pêk bê, piştî ku Qeterê soz daye Qahîrayê ku dê metirsiyên Misirê der barê hewandina hêzên îslamî yên dijber de bide ber çavan.

Çavkaniyên dîplomatik diyar kir ku gotûbêja der barê hin mijarên nakok de dê bêne derengxistin, da ku helwesta serokê Amerîkayê Joe Biden der barê dosyayên herêmê de were eşkerekirin. Ew mijarên nakok jî yên di navbera Misir û Qeterê de der barê komên îslama siyasî yên mîna Îxwan El-Muslimîn in.”

‘LÎBYA… BERIYA HILBIJARTINAN DÊ REFERANDUMA DESTÛRÊ WERE KIRIN’

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: "Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Misirê aliyên Lîbyayê ku duh li Misirê civiyan, biryar da li welêt referanduma der barê destûrê de pêk bînin, beriya hilbijartinên ku tê payîn meha Kanûna bê li dar bixin..

(kn)


Mijarên Din