Rojnameya El Exbar a Lubnanê bal kişand ser serweriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser hilbijartinên parlamentoyê yên Başûrê Kurdistanê û wiha nivîsand: "Piştî ku çend roj di ser lihevhatina Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) re derbas bûn ku di encamê de YNK'ê careke din beşdarî civînên hikumeta herêmê bû, lihevkirin li ser çawaniya xerckirina dahatên petrolê çêbû lê nakokiyeke mezin li ser hilbijartinên parlamentoyê çêbû ku biryar e îsal pêk were. Di civîna parlamentoyê de ev nakokî gihaşt asta pevçûnên di navbera parlamenteran de.
YNK, Tevgera Goran û Nifşê Nû daxwaza nûkirina lîsteyên namzetan dikin, bi taybetî li parêzgehên Dihok û Hewlêrê ku di bin serweriya PDK'ê de ne, ji ber ku partiyên muxalîf guman dikin ku derdora 700 hezar dengdêr di nava lîsteyan de hatine zêdekirin. Di nava lîsteyan de navên kesên mirî û koçberên ji parêzgehên din hene.
Rêvebera berê ya YNK'ê Rabîha Hemed anî ziman ku “hilbijartinên herêma Kurdistanê bûne girêkeke mezin, nemaze piştî ku PDK'ê destê xwe danî ser hemû dengan û kursiyên pêkhateyên din ku hejmara wan 11 e. Li gel PDK'ê 45 kursî hene, lê li gorî kêfa xwe qanûnan derbas dike. Rabiha Hemed diyar kir ku şêwir an lihevkirin bi şirîkên wan ên herêmê re tune ne.”
Rabîha Hemed her wiha destnîşan kir ku ferqeke mezin di navbera lîsteyên dengdêran ên Komîseriya Herêma Kurdistanê û lîsteya Komîseriya Bilind a Bexdayê de heye û got bi sed hezaran dengên sexte hene û piraniya wan ên penaberên ji Sûriye, Tirkiye û Îranê û welatên Ereban in. Ev zêdebûn li Dihok û Hewlêrê heye, lê li Silêmaniyê kêmbûn heye. Yanî zêdetirî 300 hezar dengên ne yên Kurdan dê ji PDK'ê re werin nivîsandin.”
′DAIŞIYEKÎ RÊVEBERÊN ÎXWANAN BI DERXISTINA ŞER LI SÛDANÊ, TAWANBAR KIRIN′
Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî şerê li Sûdanê wiha nivîsand: "Şeva sêşemê Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên Sûdanê mikurhatinên serokê partiyeke Şepêla Îslamî weşandin û got ku yek ji rêveberên rêxistina DAIŞ′ê li ser plana têkbirina lihevkirina çarçoveya siyasî û rawestandina qonaxa veguhartinê li welat, axiviye.
Di şerê Hêzên Piştevaniya Lezgîn a bi serkêşiya Mihemed Hemdan Deqlo û artêşa Sûdanê ya bi serkêşiya Ebdulfettah El Burhan de, dîmenek hate belavkirin. Fermandar Mihemed Elî El Cezolî di îtîrafên xwe de fermandarên artêşê bi plankirina bi îslamîstan re ji bo hedefgirtina Hêzên Piştevaniya Lezgîn û destpêkirina krîza heyî tawanbar kir. Lê fermandariya artêşê bersiva van tawanan neda.
El Cezolî anî ziman ku komeke bi ser artêşê û blokên îslamîst ên bi serkêşiya fermandarê malnişîn Enes Omer ve, êrişî navenda Hêzên Piştevaniya Lezgîn a li bajarê Riyadiyê yê li başûrê Xertûmê kir. Ev êriş di 15′ê Nîsanê de pêk hatibû.
El Cezolî diyar kir ku peywendî piştî îmzekirina Lihevkirina Çarçoveyê ya di navbera artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn û hêzên sivîl ve di Kanûnê de pêk hatibû û li ser hilweşandina wê hate lihevkirin û destnîşan kir ku peywendiya wan bi rêya efserê bi navê Hesen Bîlal bû.”
'LI LÎBYAYÊ HILIJARTIN DESTPÊKA 2024’AN E’
Rojnameya El Beyan li ser hilbijartinên Lîbyayê wiha nivîsand: "Komîteya Hevbeş (6+6) a ji hêla Meclisa Nûneran a Lîbyayê û Meclisa Bilind a Dewletê ve ji bo amadekirina qanûna hilbijartinan hatiye erkdarkirin, duh ragihand ku têkildarî xalên girêdayî hilbijartina serokê dewletê û endamên meclisa neteweyî (Meclisa Umetê) lihevkirin pêk hatiye. Her wiha diyar kir ku lihevkirin li ser çawaniya beşdarkirina partiyên siyasî di hilbijartina Meclisa Nûneran de bi rêya lîsteyên partiyan an jî namzetên ferdî jî pêk hatiye. Komîteyê diyar kir ku dibe hilbijartin destpêka sala bê (2024) bên lidarxistin.”
(bb,fr)