Rojnameyên erebî: Rûsya ji bo çereserkirina arîşeya Derayê navbeyankariyê dike

Rojnameyên erebî yê  îro der barê hewldanên Rûsyayê yên çareserkirina arîşeya li parêzgeha Derayê ya Sûriyê, her wiha liv û tevgera Tirkiyê li kendavê û rewşa Libnanê nivîsîn.

RÛSYA DI NAVBERA FIRQA 4`AN Û OPOZISYONÊ LI ROJAVAYÊ DERAYÊ NAVBÊNKARIYÊ DIKE

Der bare geşedanên li Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî: "Êvara roja yekşmeê şer li gundewarê rojavayê rawestiyan, piştî ku "Feyleq pêncemîn" û polîsên leşkerî yên Rûsyayê hatin bajarê Dera û Rûsyayê bang li "komîteya navnedî ya hevdîtinan" li Derayê kir û di navbera wan û serbazên Feyleqa 4`an a ji fermandariya Mahir El-Esed pêk hat".

Beriya wê, li herêma di navbera bajarokên Yadoda û Mizêrîbê arîşe di navbera hêzên çekdar yên herêmî û Firqeya çaran rû dan, hêzên Firqeya çaran xwestin êrişî wan gundan bikin. Li herêma şer topên hawana hatin bikaranîn. Vê navberê de hevdîtinên di navbera komîteyên hevdîtinê yên navendî û rûspiyên herêmê bi serbazên firqeya çaran û komîteya ewlehiyê ya girêdayî rejîmê, têk çûn".

Çavkaniyeke nêzî "komîteya hevdîtinan a navendî" diyar kirin ku serbazên firqeya çaran ji komîteya navendî ya Derayê xwestin ku 8 kesên ku tê gotin li dijî artêşa Sûriyê tevgerên dijminane pêk anîne, radest bikin. Ji wan du dermandarên berê yên opozisyonê Muaz El-Zobî û Xeldûn Al-Zobî ne, yan jî wan koçî bakurê Sûriyê bikin, her wiha çekên giran û navîn jî yên li bajarê Tefesê radest bikin".

PIŞTÎ LIHEVHATINA BI SIÛDIYÊ RE JÎ TIRKIYÊ DÊ KENDAVA EDANÊ BIMÎNE

Der barê liv û tevgera Tirkiyê li herêmê rojnameya El-Ereb nivîsî: "Tevî zimanê aram ê di navbera Tirkiyê û Siûdiyê û tevî ku Tirkiyê dixwaze sûdê ji lihevhatina kendavê wergire jî, lê xuyaye ku Tirkiyê dê liv û tevgera xwe ya bi goman li Yemen û Afrîkayê ranewestîne. Ji xwe biryara serokatiya Tirkiyê ya dirêjkirina hebûna leşkerî ya Tirkiyê li herêmê nîşana vê tiştê ye".

Serokatiya Tirkiyê pêşnûmeyek arasteyê perlemanê kir da ku erkdariya hêzên deryayî yên Tirikiyê li kendava Edanê û deryaya El-Ereb û ava herêmê ya Somaliyayê ji bo saleke din dirêj bike.

LI LUBNANÊ JI BO REWŞA JIYANÎ PROTESTO

Der barê rewşa Lubnanê  rojnameya El-Beyan nivîsî: "Çend welatiyên Lubnanê li bajarê Terablus  (bakur) û Seydayê (başûrê Lubnanê) çalakiya protestoyê lidar xistin, li dijî têkçûna rewşa jiyanî û dewamkirina rewşa "girtina welat" a girêdayê pêşîlêgirtina koronayê".

Li pêşiya koşka Biebdayê ya bajarê Terablusê, çend welatiyên Lubnanê tevlî protestoyê bûn, li dijî têkçûna rewşa jiyanî û girtinê.

Hin welatiyên din jî rêyên bajarê Terablusê bi tekeran û barîkatan girtin, hinekên din jî li herêma Elqube ya Terablusê meş lidar xistin û silogan avêtin û gotin eger daxwazên wan pêk neyên ewê çalakiya xwe dewam bikin.

(kn)


Mijarên Din