Rojnameyên erebî: Rûsya siyaseta xwe li hemberî êrişên Îsraîlê li Sûriyê diguherîne

Rojnameyên erebî di hejmara xwe ya îro de behsa rewşa Sûriyê, Iraqê û Lîbyayê kir.

RÛSYA NÎŞANEYÊN GIRTINA QADA HEWAYÎ YA SÛRIYÊ LI PÊŞ ÎSRAÎLÊ DIDE

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Hin çavkaniyên rûsî diyar kirin ku ew dikarin qada hewayî ya Sûriyê li pêş balafirên Îsraîlê bigirin, ku di 2 rojên dawîn de êrişên xwe li dijî nuqteyên girêdayî Îranê û Hizbullahê li bakur û navarasta Sûriyê zêde kiribû.

Wezareta Paratinê ya Rûsyayê ku berê têkildarî êrişên Îrsaîlê tu daxuyanî nedida, di rojên dawîn de piştî êrişên Îsraîlê du daxuyaniyên cuda da.

Çavkaniyekî rûsî ji “Şerq El-Ewsat” re wiha got: “Têkiliya vê ya yekser bi danûstandinên bi DYA`yê re heye ku piştî civîna yekemîn a di navbera Vladmîr Pûtîn û Jeo Biden de meha borî pêk hatibû.  Moskovê berê xwe li hemberî êrişan digirt, ji ber ku Til Evîv hemû tevgerên xwe bi Washingtonê re kordîne dike. Peywendiyên Rsûya bi Amerîkayê re qut bûn, niha piştî peywendiyên bi Amerêkayê re diyar dibe ku Moksovê erêkirin wergirtiye ku Washington li dijî êrişên Îsraîlê yên domdar e.

Çavkanî wiha domdand: “Îsraîliyan hîs kir ku pergala parastina hewayî li Sûriyê hatine aktîvkirin,  di pratîkê de jî hemû moşekên hatine avêtin hatin xistin, ev yek tê wateya ku di vê dozê de guhertin çêbûne û nîşan dide ku balafirên Îsraîlê demeke dirêj e ku derbasî qada hewayî ya Sûriyê nebûne û êrişên yekser pêk neanîne. Moskovê jî alavên parastina hewayî yên pêşketî dan Şamê, her wiha pisporên Rûs yekser çavdêriya wan kirin.”

DYA SOZA PIŞTBIRIYA NEXŞERÊYA SIYASÎ YA IRAQÊ DIDE

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “DYA`yê soza birêvebirina hewldanên biserxistina hibijartinên Iraqê yên bê, da û destnîşan kir ku têkçûna DAIŞ`ê li Iraqê dewam dike. Iraqê jî bang li aliyên navneteweyî kir ku ji bo sekinandina li hemberî vê rêxistina terorîst hevkariyê bikin.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken di civîneke çapemeniyê de tevî hempîşeyê xwe yê Iraqê Fûad Hisên got: “DYA bi hevkariya bi Iraqê re serbilind e, em hewl didin têkiliyên dualî xurt bikin.”

Blinken piştrast kir ku têkiliyên Washington û Bexdayê li ser rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş e. Fûad Hisên jî anî ziman ku dê hevkarî û koordîneya ewlehiyê bi DYA`yê re dewam bikin.

MÎLÎSÊN LI LÎBYA HEWL DIDIN REWŞA EWLEHIYÊ ALOZ BIKIN Û HIBIJARTINAN TALOQ BIKIN

Di kar û barên Lîbyayê de jî rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Şerê ku duh derketiye, paytexta Lîbya Terablûs dîsa vegerand atmosfera şer. Li gorî hin raporan, planeke hevbeş di navbera mîlîsan û hin aliyên şer bi îslama siyasî de heye, armanca wan alozkirina rewşa ewlehiyê heta dema lidarxistina hilbijartinan e, ku tê payîn di 24`ê Kanûna bê de werin lidarxistin.

Şerê li Terablûsê niştecihên herêmê tirsand. Çavdêr şerê ku derketiye wekî şerê hevsengiyan û xweferzkirinê di navbera du rêxistinên mîlîsan ên mezin li Terablûsê de bi nav kirin, ku yek Hêza Redi ya taybet a bi serkêşiya fermandarê selefi Ebdulreûf Kare ye, ya din jî hêza Piştgiriya Îstiqrarê ya bi serkêşiya Ebdulxenî El-Keklî ye.

 (cx)

 


Mijarên Din