Rojnameyên Erebî: Rêveberiya Biden hewl dide şaştiyên Amerîka li Sûriyê rast bike

Rojnameyên Erebî yên îro der barê polîtîkayên Biden yên li Sûriyê, her wiha destwerdana Tirkiyê di nava Lîbyayê û rewşa Qerebaxê nivîsîn.

'RÊVEBERIYA BIDEN HEWL DIDE ŞAŞTIYÊN AMERÎKA YÊN BERÊ DER BARÊ SÛRIYÊ RAST BIKE'

Der barê siyasetên Amerîkayê yên li Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî: "Çavê derdorên siyasî li helwestên Biden û Wezîrê Karên Derve Anthony Blinken, der barê rewşa Sûriyê, ka dê kêmasiyên rêveberiya Obama rast bike lê na. Biden di axaftina xwe ya dema hilbijartinan de, meha cotmeha derbasbûyî got;Biryara Trump a vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê binkeftineke mezin bû, her wiha got ku vekişîna hêzên Amerîkayê welatiyên Sûriyê li hember êrişan bi tenê hiştin û got ku pêwîst e piştgiriya kurdên Sûriyê bikin."

Obama jî xeteke sor danî bû, eger ku serokê Sûriyê Beşar El-Esed çekên Kîmyewî bikar bîne, lê dema gaza Sarînê bikar anîn, bêdeng ma.

Dîsa dê çav lê bin ka planên Biden û Blinken der barê Sûriyê çine. Gelo dê Biden cezayên li ser Sûriyê bihêle lê rake? Dê rejîma Sûriyê bixwaze ku reforman pêk bîne, ya dê bixwaze ku koçber vegerin?."

'TIRKIYÊ DIXWAZE TÊKEVÊ BAŞÛRÊ LÎBYAYÊ KU TIJE BETROL E'

Der barê rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan nivîsî: "Çavên Tirkiyê hêjî li dewlemendiyên Lîbyayê ye, ku ji bo wê bi rêya çeteyên xwe êriş dike û rikberiya civaka navdewletî dike û çekan rêdike da ku pêvajoya çareya siyasî têk biçe.

Çavdêr dibêjin ku Tirkiyê li pêla nakokiyên nîjadî û eşîretî dilîze, li herêmên başûrê Lîbyayê yên tije petrol, her wiha diyar kirin ku serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo pêkanîna vê plane pala xwe dide komên terorîst yên ji pir welatan.

'PAŞEROJA LIHEVHATINA QEREBAXÊ TARÎ YE'

Der barê rewşa li herêma Qerebaxê rojnameya El-Ereb nivîsî: "Ermenistanê roja sêşemê, herêma sêyemîn jî radestî Azerbaycanê kir, li gorî lihevhatina agirbestê li herêma Qerebaxê, ev mijar pir pirsan der barê paşeroja lihevhatinê derdixe pêş.

Paşeroja Qerebaxê hîna jî tarî ye, bi taybet ku ev herêm piştgiriya xwe ya diravî ji Ermenistanê digire û niha jî aboriya wî pir lawaz bûye.

(kn


Mijarên Din

Li Spanyayê teqîn