Rojnameyên erebî: Şam dev ji xetên xwe yên sor berdide

Rojnameyên erebî yên îro derketine, behsa rewşa jiyanî li herêmên hikumeta Şamê, bandorên derbaya Rûsya ji çeteyên Tirkiyê re û aloziya Lubnanê kirin.

 ‘HIKUMETA ŞAMÊ DEV JI XETÊN XWE YÊN SOR BERDIDE’

Girêdayî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha got: “Hikumeta Şamê “xeteke sor” ku ji xwe re danîbû derbas kir û buhayê nan li herêmên serweriya xwe zêde kir. Vê yekê alîgirên hikumetê bi hêrs kir.”

Rojnameyê di dewama nivîsa xwe de wiha got: “Li gel aloziya nan ku di Îlona borî de dest pê kiriye, ajansa nûçeyan a Sûriyê SANA daxuyand ku Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mizaxtin biryarek da û nirxê kîloyekî nanê "medûm" (ku dewlet difiroşe) bi 75 lîreyên Sûriyê û nirxê tûrê nan jî bi hezar û 100 lîreyên Sûriyê diyar kir. Wezaretê sedema rakirina nirxê nan spart lêçûnên zêde û zehmetiya peydakirina genim a ji ber rewşa şer û dorpêça heyî.”

 ‘RÛSYA JI TIRKIYÊ NE RAZÎ YE’

Rojnameya El-Beyan jî wiha nivîsand: “Li gorî çavdêran, derbeya bi êş ku balafirên şer ên Rûsyayê li Idlibê li Feyleq El-Şam daye ku di encamê de zêdetirî 170 çekdarên wê rêxistina girêdayî dewleta Tirk hatin kuştin, destpêka rêbazekî nû yên şandina nameyên Moskovê bû ku bi wê yekê nerazîbûna xwe ji destwerdana dewleta Tirk li doza Qerebaxê û destekdayîna Erdogan a eşkere û yekser ji Azerbeycanê re, nîşan da.”

Pisporê kar û barên Rojhilata Navîn Andrei Ontikov ji rojnameyê re diyar kir ku têkiliyeke yekser di navber derbeya asîmanî ya li Idlibê û aloziya di navbera Ermensita û Azerbeycanê de li Qerebaxê, heye.

Pisporê rûsî dibêje: “Moskov van kiryaran qebûl nake , ku beriya wê yekê jî girêdayî derbaskirina çeteyên sûrî ji herêma Qerebaxê re name di gelek astan de dabûn Tirkiyê. Lê belê xuya ye ku dewleta Tirk ew name fêm nekirine û hat xwestin ku nameyeke din bide. Lê vê carê nameyeke “gerim” bû û navaroka wê wiha bû: “Divê hûn li herêma pişt Qefqasyayê bi me re nelîzin.”

Li gorî pisoprên rûsî encamên destpêkê yên derbeyê di peywendiya telefonê ya di navbera Putin û Erdogan de xuya bûn û wekî “peywendiyeke tûj” bin av kir û wiha got: “Piştî vê yekê êdî biryar di destê Enqerayê de ye, ku yan dê rewşa li herêma piştî Qefqasyayê aloztir bike û bi vê yekê siyaseta zêdekirina rageşiyê bi Moskovê re dewam bike û berjewendiyên xwe paşguh bike, ku dê Rûsya pêleke nû ya hêrsbûnê nîşan bide.”

'ERDOGAN PENABERÊN TIRK JI BO BERJEWENDIYÊN XWE BIKAR TÎNE'

Têkildarî aloziya di navbera ermeniyan û tirkan, rojnameya El-Ereb got: "Rêxistinên Tirkî yên girêdayî serokkomarê Tirkiyê Erdogan li Ewropayê ji bo sekandina li hemberî ermeniyan, ketin nava tevgerê. Li aliyekî din ve jî, Enqere di şerê li Qerebaxê de, li dijî ermeniyan destekê dide Azrebêcanê."

Rojnameyê bi berdewamî got, di şerê li rojavayê Fransayê de ku penaberên tirk li dijî ermeniyan birêve dibirin, gotinên hikumetên rojavayî yên ku digotin serokkomarê Tirkiyê penaberên Tirk ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne, piştrast dike.

'HIKUMETA El-HERÊRÎ DI NAVBERA HEWLDANA AVAKIRIN Û ASTENIGYAN'

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Ixbar nivîsî û da zanîn ku hikumeta El-Herêrî li pêşberî  3 astengiyan e û got: "Yek ji astengiyan jî, nelihevkirina li ser hejmara wezîran e. Serok Iwn israr e dike ku hikumet ji 20 wezîran were avakirin. Di vê çarçoveyê de, wê nûnerên Durziyan ên dijberî Partiya Pêşverû ya Sosyalîst, kursiyekê bibin. Ji bo Katolîk jî kursiyek were veqetandin. Lê El-Herêrî dibîne ku hikumet divê ji 18 wezîran were avakirin."

Her wiha rojnameya El-Nehar jî têkildarî mijarê nivîsî û got: "Xebatên avakirina hikumetê wekî nêrîna serok Mêşîl Iwn û serokê hikumetê yê erkdarkirî Seed El-Herêrî li ser gelek xalên hevbeş dimeşe."

(cx)


Mijarên Din