Rojnameya Şerq El Ewset têkildarî rewşa Sûriyeyê, behsa dosyaya têkbirina çeteyên DAIŞ′ê kir. Rojnameyê da zanîn ku di 8’ê Hezîranê de civîna Riyadê ya wezîran a Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ′ê pêk tê û rayedarekî payebilind ê Amerîkayê got ruxmî ku DAIŞ pir lawaz, lê şerê li dijî wê bi dawî nebûye.
Cigîrê nûnerê Amerîkayê yê taybet ê Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ′ê Ian Makari ji rojnameyê re axivî û got: “Li kampên penaberan ên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê astengiya mirovî û ewlehî heye. Ez dawiya sala borî bi çend hevalên xwe re çûm bakurê rojhilatê Sûriyeyê. Min bi xwe rewşa kampa Holê şopand. Rewş li wir pir metirsîdar e, ji bo me jî metirsiyeke ewlehî û mirovî ya mezin çêdike. Piraniya niştecihên kampê ku gelek zarok jî lê hene, xizmetên pêwîst peyda nakin û bi xetereya tundrawiyê re rû bi rû ne.
Makari diyar kir ku koalîsyon hewl dide 600 milyon dolarî kom bike û wiha dom kir: “Ev yek armanca komeke xebatê ya li Berlînê ye ku di Nîsanê de diyar kiribû. Koma xebatê dê wan pereyan ji bo bernameyên pêkanîna îstîqrarê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê xerc bike.”
'DERA: LIHEVHATINÊN NÛ LI SER RÊYA ŞAM-EMANÊ′
Rojnameya Şerq El Ewset bal kişand ser daxwaza hikumeta Şamê ya pêkanîna lihevhatinên nû li Derayê û nivîsand: "Ev lihevhatin dê li herêmên li ser rêya navneteweyî ya di navbera Şam û Emanê de, mîna bajarokê Mehce yê li bakurê Derayê, Neîme, Um Meyazin û Nesîb ê li rojhilatê Derayê, pêk werin. Lê tiştê nû ew e ku rejîma Sûriyeyê bi zanabûn navên kesên li bajarok û gundên ku dê lihevhatinên nû lê pêk werin, şandin. Di nava wan kesan de endam û fermandarên komên lihevhatinê yên girêdayî Lîwaya 8′an a bi piştevaniya Rûsyayê û ya girêdayî şaxê muxaberata leşkerî hene.”
Çavkaniyên ji bajarokê Mehece yê bakurê Derayê yê li ser rêya Şam-Emanê ji rojnameyê re da zanîn ku meclisa herêmî ya bajarok lîsteya navên 29 kesên tên xwestin, belav kiriye.
‘TIRKIYE PIŞTÎ HILBIJARTINAN: YAN DEMOKRASÎ Û REFORM YAN JÎ BERDEWAMKIRINA ALOZIYÊN HEYÎ’
Rojnameya El Ereb El Londoniye jî têkildarî hilbijartinên li Tirkiyeyê nivîsî: “Roja yekşemê tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyeyê pêk tê. Ev hilbijartin ne tenê ji bo hilbijartina serokkomariyê ye, lê belê ji bo diyarkirina çarenûsa têkiliyên derve yên Tirkiyeyê û dosyayên hundirîn e. An dê serokkomar Recep Tayyîp Erdogan zordestî û şer bidomîne, yan jî dê bi namzetê muxalefetê Kemal Kiliçdaroglu re ku sozên guhertinê yên dijberî siyaseta APK`ê ya îslamîst dabûn, pêvajoyek nû dest pê bike.
Li gorî anketên dawîn, Erdogan vê care jî 5 puanan li pêşiya hevrikê xwe ye. Lê ruxmî vê ferqê, hîna 8.3 milyon hilbijêran ku di tûra yekemîn de dengê xwe bi kar nanîne, hene.”
(fr/c)