​​​​​​​Rojnameyên erebî: Sûriyê pereyên 5 hezar derxistin

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa aborî û jiyanî ya li herêmên di bin desthilatdariya hikûmeta Şamê, her wiha siyaseta Biden a Rojhilata Navîn û destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê nivîsîn.

BANKA SÛRIYÊ YA NAVENDÎ PELIKÊN PEREYÊN 5 HEZARA LÎREYAN DERXISTIN

Derbarê geşdanên li Sûriyê rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî: "Weke ku dihate payin, ji ber inflasiyona mezin û kêmbûna buhayê lîreya Sûriyê, banka navendî ya Sûriyê duh yekşemê pelikên pereyan yên 5 hezar lîreyan derxistin, ku ew ta niha ye herî mezin e. Di vê navberê de Sûriyê di nava aloziya herî mezin a aborî û jiyanî de ye, ji destpêka arîşeya beriya 10 salan ta niha".

Di nava pênc salên dawiyê de, ev cara sêyem e ku banka navendî ya Sûriyê, li hember inflasyonê pereyên kaxiz derdixe, li gorî raporên aborî yên navdewletî asta inflasyonê li Sûriyê sala derbasbûyî gihişte 263.64%.

Ji destpêka arîşeya Sûriyê ya sala 2011`an ta niha, welat katiye nava aloziya herî mezin ya aborî û jiyanî, pêre jî buhyê lîreya Sûriyê dikeve, karîna kirînê ya welatiyan jî kêm dibe, piraniya welatiyan jî li jêr asta hejariyê dijîn".

BAHOZA HIQÛQÊ YA ZÛ DI NAVBERA QAHÎRA Û BIDEN DE

Der barê polîtîkayên rêveberiya serokê Amerîkayê yê nû Goe Biden li Rojhilata Navîn rojnameya El-Ereb nivîsî: "Rêvberiya nû ya Amerîkayê bi serokatiya Goe Bide sinyalên neyênî yên zû dane serokê Misrê, ku ew meha hingivîn ya dostaniya Qahîra û Waşintonê bidawî bûn û pêwîst e Misir xwe ji demsaleke payizê re amade bike.

Rêveberiya Biden demê xwe vala berneda û şûnmayên serokê berê Donald Trump rakirin. Çend biryaryên wî betal kirin, ji wan jî biryareke girêdayî Qahîrayê ye. Der brê mijarê Wezareta Dadê biyara parastina serokwezîrê berê Hazim Bîlawî yê ku bi doza işkenceyê rê darizandin betal kir".

Çavdêr dibêjin ku hilbijartina vê demê û ya wî kesî ji bo Qahîra nameyên siyasî yên girîng in, ji ber ku Qahîra hîn bûbû weke dilê xwe li dijî koma Ixwanan tev bigere.

LÎBYA…TIRKIYÊ DERKETINA ÇETEYAN ASTENG DIKE

Der barê rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan nivîsî: "Kêşeya derxistina hêzên biyanî û çeteyan ji Lîbyayê hîna li şûna xwe ye û pêşneketiye, tevî dema di hevpeymana Cinêvê de hatibû diyarkirin bi dawî jî bû. Yek ji astengê sereke yên pêkanîna vê armacê jî astengiyên ku Tirkiyê çêdike ye. Ji ber ew li pey berferehkirina desthilatê û diziya dewlemendiyên Lîbyayê ye. Di heman demê welatiyên Lîbyayê li bendê ne ku meha sibatê serokatiyên desthilatê bêne hilbijartin, çi serokê Meclisa serokatiyê çi jî serokatiya hikûmetê.

Ji fermandarên fermandariya giştî ya artêşa niştimanî ya Lîbyayê Xalid Mehcûb got ku berdewamkirina destwerdana Tirkiyê, rêkirina çeteyan û çekan ji  bo Lîbyayê, pêkanîna hevpeymanên perwerdeyê, van hemûyan nehişt ku xalên girîng yên lihevhatina Cinvêvê bêne pêkanîn."

(kn)


Mijarên Din