Rojnameyên erebî:Nakokiyên rûsî-tirkî der barê Idlibê de zêde dibin

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlib, Lîbyayê, nakokiya amerîkî-îranî kir.

EL-BEYAN: NAKOKIYA RÛSÎ-TIRKÎ DER BARÊ IDLIBÊ DE ZÊDE DIBE

Girêdayî mijarê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Hê valahiyek di navbera dewleta Tirk û Rûsya li bakurê rojavayê Sûriyê de heye û zêde dibe. Lê hin alî dibînin ku ev valahî bi sedema kûrahiya nakokiyên li ser Idlibê, bi taybet piştî bidawîbûna dan û standinên çarşema borî bêyê lihevkirinê, berfireh dibin."

Nakokî piştî redkirina Enqereyê ya pêşniyara Rûsya li ser kêmkirina hejmra nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk li parêzgeha Idlibê, eşkere bûn. Lê çavkaniyên Rûsyayê got Enqere li ser vekişîna çekên giran ji bajarê Idlibê û bejahiyên wê erê kiriye.

Digel dan û standinên rûsî-tirkî û hewldana lihevkirinê, artêşa Sûriyê li Idlibê bi pêş dikeve. Ev tê wateya ku erêkirineke rûsî li ser berfirehkirina serweriya artêşa Sûriyê heye.

Di pêngavekê de bi fişarkirina li ser Enqereyê, komek ji sivîl û leşkeran çû nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk ên li Mestoma ya başûrê Idlibê. Da ku hin nuqteyên çavdêriyê kêm bikin.

Rûsya berpirsiyariya nepêkanîna lihevkirinên hevbeş ên der barê rewşa li herêmên di bin serweriya komên çekdar de, hilgirt ser Enqereyê. Her wiha berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova got dewleta Tirk di pêkanîna peymana agirbesta li Idlibê de, demê dirêj dike.

Maria Zakharova di civîneke çapemeniyê de diyar kiribû ku Enqere li gorî agirbesta 5’ê Adarê tev nagere û demê dirêj dike.

Li aliyekî din jî dewleta Tirk li ser binketina civîna çarşema borî, îşaret bi êrişeke leşkerî li dijî Idlibê kir. Her wiha wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu got xebata siyasî ya li Idlibê heke lihevkirinên bi Rûsyayê çênebûn, bi dawî dibe. Her wiha destnîşan kir ku civîna di navbera pisporên leşkerî yên rûs û tirk de li Enqereyê ya di hefteya borî de pêk hatiye, bi encam nebûn. Bi wê re jî valahî di navbera her du aliyan de li ser hûrgiliyên rewşa leşkerî ya li Idlibê kûrtir bû.

EL-EREB: ERDOGAN JI EL-SERAC BERIYA PÊKANÎNA DAXWAZAN Û PÊŞKÊŞKIRINA ÎSTÎFAYÊ, BI HÊRS BÛ

Têkildarî mijarê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan ji israra serokê meclisa serokatiya hikumeta Wîfaqê Fayiz El-Serac a îstîfakirinê bi hêrs bû. Ji ber El-Serac xwestekên tirkan ên êrişkirina artêşa Lîbyayê ya bi fermandariya Xelîfe Hefter a serweriya li ser paytexta Terablusê temam nekir."

ŞERQ EL-EWSET: DÊ TRUMP KESÊN BIRYARA QEDEXEKIRINA ÇEKAN JI ÎRANÊ RE BIN PÊ DIKE, CEZA BIKE

Girêdayî Îranê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Li gorî agahiyên ji hundirê rêveberiya Amerîkayê, dê serok Donald Trump di çend rojên pêş de fermanekê bide ku cezayan li her kesê biryara qedexekirina çekan a li dijî Îranê bin pê dike, ferz bike. Ew jî piştî opozîsyona di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de li hember dirêjkirina qanûna qedexekirina firotina çekan ji Îranê re derket, pêk hat."

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din