Rola jin di tinekirina fikrê DAIŞ‘ê de nîqaş kirin

Buroya Jin a MSD‘ê bi jinên navçeya Erîşayê re civiya û rola jin di tinekirina hişmendiya DAIŞ‘ê de nîqaş kirin.

Buroya Jin a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi armanca nîqaşkirina rola jin di tinekirina fikrê DAIŞ‘ê bi taybet li herêmên nû hatine rizgarkirin civînan li dar dixe. Buroya îro bi amadebûna bi dehan jinên civîneke li navçeya Erîşê ya 15 km dikeve başûrê bajarê Hesekê li dar xist.

Di civîna ku bi bîranîna şehîdan destpê kir de, Rêvebera Buroya Jin a MSD‘ê ya navçeya Şedadê Bitûl El-Hilo  endama Buroya Jin a MSD‘ê ya navçeya Şedadê Meys Benana axivîn.

Kesên axivîn destnîşan kirin ku salên zor û zehmet di ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas bû, ji aliyê ve êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê li ser herêmê û belavbûna fikrê tundaw li herêmên dagirkir ku herî zêde jin ji ber wê azar kişandin.

He wiha hate gotin, çeteyên DAIŞ‘ê destkeftiyên jinan dikirin hedef da ku pergala baviksalarî pêş bixin û wiha hate domand: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê hişmendiya DAIŞ kirin û di her qadan de roleke sereke lîstin, her wiha bi rêya Jinelojî têgehan jin û jiyanê ji nû ve da nasîn."

Axaftivanan bal kişandin ku rêya her guncaw a rêgirtina li ber şideta li ser jinan ew e ku jin xwe bi rêxistin bike û ji bo azadiya hemû jinan têkoşînê bike.

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din