Rola jinan di rêxistin û parastina civakê de mijara semînera li Minbicê bû

Meclisa Leşkerî ya Jinan a Minbicê têkildarî rola jinan di rêxistin û parastina civakê de semînerek organize kir.

Semîner li devera xeta rojavayê bajarê Minbicê bi beşdarbûna bi dehan jinan hate dayîn.

Piştî deqeya rêzgirtin, şervana Meclisa Leşkerî ya Jinan a Minbicê Gulan Rêdûr bi xêrhatina beşdaran kir, cangoriyên azadiyê yên ku di oxira parastina ewlehiya herêmê canê feda kirine bi bîr anîn. Gulan girîngiya şopandina xeta şehîdan destnîşan kir.

Gulan bal kişand ser girîngiya rola jinan di civakê de û anî ziman ku ''Jin jiyan e, jiyan û hêzê dide derdorê. Lewra divê mafên jinan werin mîsogerkirin û astengiyên ku li pêşiya biryar û diyarkirina çarenûsa jinan werin derbaskirin.''

Her wiha destnîşan kir ku jin xwediya hêz û îradeyê ye, di her qadan de karê xwe bi rêk û pêk dimeşîne. Di şerê li dijî tunekirina terora DAIŞ`ê de rola pêşeng nîşan da.

Gulan Rêdûr di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser ku bi navê adet û kevneşopiyan, bend û zextên civakê yên li ser jinan hatin ferzkirin û ji dayikan xwest ku mîna van zextan li ser keçên xwe nekin, destekê bidin wan û mafên wan biparêzin.

ANHA


Mijarên Din