'Rola malbatan di pêşîlêgirtina madeyên hişbir de sereke ye'

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, rola malbatan di parastina civakê ji diyardeyên neyînî û di serî de madeyên hişbir de pir girîng û sereke ye û piştrast kir ku divê hevkariyek di navbera malbatan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hebe.

Hişbir ji nexweşiyên herî xeternak ên li hemberî civakan e, ji ber ku bandoreke neyînî li ferd, malbat û civakê dike, her wiha belavbûna wê li ser ewlehî û aramiya civakan xeter e. Ji bo bi dawîkirina vê diyardeyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava tevgerê de ne.

Di 25’ê Îlona 2020’an de Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser kesên ku madeyên hişbir difirotin de girt. Li gorî şêniyan, bêyî rola malbatê xebatên hêzên ewlekariyê tenê têrê nakê.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/02/26/202818_klnaz-frhan-hs.jpg

Girêdayî mijarê, şêniya bi navê Gulnaz Ferhan Hisên a ji Qamişlo diyar kir ku keda Asayîşê têrê nake, ji ber ku bêyî perspektîf û şîretên dê û bavan tu kes nikare vê yekê çareser bike û vê nexweşiyê têk bibe û wiha got: "Rola dê û bavan di vê yekê de ya mezin e. Ger her yek ji me nifşekî zana û bi tendurist ava bike, wê demê em ê vê diyardeyê têk bibin."

Li cîhanê rêjeya bikaranîna madeyên hişbir zêde dibe. Li gorî rapora nivîsgeha NY ya girêdayî hişbir û sûcan ku di 25’ê Hezîrana par de weşandiye, rêjeya bikaranîna hişbirê di sala 2020'an de li gorî salên borî ji sedî 30 zêdetir e û zêdetirî 35 milyon mirov azaran ji ber vê yekê dikişînin.

Gulnaz Hisên destnîşan kir ku ger malbatê nikarî zarokên xwe şîret bikirana, dikarin xwe bispêrin kesên ji xizmên wan ên ku dikarin vê yekê bikin an jî berê xwe bidin aliyên peywendîdar da ku kesên derdorê ji xeteriya vê yekê biparêzin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn sêşema borî bi daxuyaniyekê ragihand ku oprasyonên ewlehiyê yên têkoşîna li dijî hişbirê berdewam in, her wiha got, di operasyonê de 109 kes hatin girtin, ji wan kesên girtî 17 jin in ku bazirganên hişbirê ji bo belavkirina hişbirê ew bi kar dianîn.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/02/26/202849_azyz-aly.jpg

Ezîz Elî yê ji Kobanê diyar kir ku pêwîst e parastina civakê ji hundirê malbatê ve bê kirin û wiha got: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn erkên xwe yên ewlehî û aramiyê pêk tînin. Lê heke asta zanabûnê ya malbatan têrê neke, wê demê Hêzên Ewlekariya Hundirîn nikarin bi tena xwe parastina civakê bikin."

Elî destnîşan kir ku rola malbatê di avakirina civakê de bi rêya avakirina nifşekî zana û gihandî mezin e. Lê heke di malbatê de zanakirina durist neyê kirin, ew yek dê bandoreke neyînî li civakê bike û dê bi xwe re hilweşîne.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/02/26/202908_lqman-aysa.jpg

Li aliyekî din jî Luqman Îsa yê ji şêniyê Serêkaniyê yê dagirkirî axivî û got, malbat di civakê de şaneya  biçûk û ya herî sereke ye û rola wê di avakirina civakê de girîng e û wiha got: "Divê her kes alîkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a têkoşîna li dijî hişbirî û pêşdeçûna civakê bike."

Têkildarî karê ku divê malbat pê rabe, Gulnaz Hisên wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê her malbatek ji xwe de dest pê bike, zarokên xwe li ser bingehekî durist perwede bike, zarokên xwe ber bi rêya rast ve bibin, xeteriyên hişbir û serxweşiyê ji wan re zelas bikin û bandorên wê yên li tenduristiyê ji wan re vebêje."

(fr)

ANHA


Mijarên Din