​​​​​​​Ronîcan hewl dide denge efrîniyan bigihîne cîhanê

Ciwanê efrînî yê behremend Ronîcan hewl dide armanca xwe pêk bîne û dengê efrîniyan bi rêya tabloyên ku xêz dike bigihîne cîhanê.  Tevî temenê xwe yê biçûk, karî behreya xwe bi kedên xwe yên taybet pêşbixe.

Ciwanê bi navê Ronîcan Sîno ji gundê Husê yê girêdayî navçeya Mabatayê ya Efrînê ye. 16 salî ye. Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê bi malbata xwe re koçber bû.

Ronîcan behremend e. Bi xêzkirina ve girêdayî ye. Lê ji ber şertên koçberiyê, nikarî behreya xwe bi awayekî akademîk pêş bixe. Bi kedên xwe yên xweser behreya xwe pêş xist û heta niha gelek tablo xêz kirin.

Ronîcan piştî dibistanê di demên vala de xêz dike û hewl dide hestên xwe rave bike. Gelek rêbazan dicerbîne mîna xêzkirina bi rejî, pênûsa qurşîn, rengîn zêtî û egrilîk.

Heta niha 10 tablo girêdayî mijarên cuda xêz kirine. Naveroka piraniya tabloyan girêdayî azarên şêniyên Efrînê, şertên koçberiyê di nav kampan de, encamên êrişên artêşa Tirk a dagirker û dagirkirina Efrînê û gelek mijarên din.

Tevî temenê wî yê biçûk, derfetên kêm û ji ber ku nikare bi awayekî akademîk vê hunerê fêr bibe, lê behreya xwe pêşxist û hestên xwe bi rêya rengan rave kirin.

Ronîcan tev li gelek pêşengehên komî bû. Her wiha tabloyên wî wek wêne li ser kartonên pirtûkên dibistanê de hatin bikaranîn. Hinek jî ji bo kurteçîrokan.

Ronîcan girêdayî mijarê dibêje ji ber tunebûna mamoste û paymengehên vî warî li kantona Şehbayê, neçar dimîne xwe bi xwe pêş bixe. Hin caran xwişka wî alîkariya wî dike. Ronîcan diyar kir ku piraniya caran dixwaze tabloyên razber xêz bike.

Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê alîkariya Ronîcan kir, reng, amûrên xêzkirin, caw û pêdiviyên din jê re peyda kirin.

Ronîcan wiha domand: "Min sê tablo bi rengên agrilîk xêz kirin. Yek girêdayî mala dapîr û bapîrê piştî koçberiyê, ya din girêdayî Efrînê di dema êrişan û topbaranê de û ya sêyemîn jî girêdayî wêneya bapîrê min e."

Ronîcan hewl dide tev li paymengeh an jî fakulteyên hunerî bibe da ku behreya xwe pêş bixe. Her wiha hêvî dike vegere Efrînê piştî ku rizgar bibe. Ronîcan dibêje ew hewl dide bi rêya tabloyên xwe binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê eşkere bike û berxwedana gel li dijî dagirkeriyê xuya bike.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din