‘Êrîş û hovîtiya dewleta Tirk  li ser Kurdistanê bi yekitiya gelê Kurd wê têk biçe’

20’emîn salvegera KNK’ê di bin silogan “20’emîn salvegera KNK’ê pîroz bê” bi şahiyekê li bajarê Qamişlo tê pîrozkirin. Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê  Ebdullkerîm Omar axivî û got: “Êrîş û hovîtiya dewleta Tirk  li ser Kurdistanê bi yekitiya gelê Kurd wê têk biçe.”

Îro li Hola Zana ya bajarê Qamişlo,  Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya şaxê Rojava, di bin silogan “20’emîn salvegera KNK’ê pîroz bê” de salvegera KNK’ê ya ku 1999’an de hatibû damezrandin, bi şahiyekê pîroz dike.

Li holê pankarta ‘20’emîn salvegera KNK’ê pîroz bê”hatibû daliqandin. Nûnerên Rêveberiya Xweser, MSD, Kongreya Star, 28 partiyên siyasî yên Kurd, Ereb, Sûryan, oldar, malbatên şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê, rewşenbîr, nivîskar, elên Ereb, kesayetên serbixwe û rojnamevan beşdarî şahiyê bûn.

‘Êrîşên dewleta Tirk bi yekitiya Kurd wê têk biçe’

Di destpêka şahiyê de, Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê  Ebdullkerîm Omar 20’emîn salvegera KNK’ê pîroz kir û got: “KNK`ê bi têkoşîneke mezin hewil daye ku yekitiya gelê Kurd ava bike. Dewleta Tirk a dagirker li dijî vê yekitiya gelê Kurd her êrîşên xwe xurt dike. Niha jî dagirkerî li ser Başûrê Kurdistanê dide meşandin. Mixabin bêdengiyek navnetewî ji bo êrîşên dewleta Tirk  heye. Êrîş û hovîtiya dewleta Tirk  li ser Kurdistanê bi yekitiya gelê Kurd wê têk biçe.”

‘Parastina deskeftiyên Kurdistanê erka KNK’ê ye’

Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Adem Ozon jî axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û salvegera KNK’ê li hemû şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: “KNK’ê saziyekî Kurdistanî ye û li  dijî yekperestiyê ye. Li Kurdistanê hemû pêkhate dikarin di nav KNK’de cih bigrin. Di KNK’ê de herî zêde jinê ked dane ji bo wê jî rola jinê sereke ye. Li Rojavaye Kurdistanê de deskeftiyên dîrokî hatine bidestxistin û ev destkeftî divê em biparezin. Dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojanê gefan didin. Ji bo pêşîgirtina dagirkeriya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê rêya yekitiyê heye. Operasyonên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê ne li dijî PKK li dijî hebûna Kurd û Kurdistanê ye. Partî, sazî û gelê Kurdistanê divê li dijî vê dagirkeriyê derbikevin.”

Piştî axaftinan, sînevîzyonek têkildarî damezrandina KNK’ê hate pêşkêşkirin.

Şahî bi stranên hunermend Danîş Botan û Nesrîn Botan dewam dike.

(mk/kc)

ANHA


Mijarên Din