Rîşa Pîkasoyê Ereban rûyekî din ê berxwedanê ye

Bi wêneyên xwe berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember çavên dewleta Tirk a dagirker îfade dike da ku ji dagirkerî û cîhanê re diyar bike ku şêwekar û rewşenbîr dikarin li ber xwe bidin û bi tabloyên xwe û sembolên welatê xwe keleheke asê ava bike.

Gelek cureyên berxwedanê hene, ew ne tenê bi rakirina çek û şer e. Lê belê reng û rîşa rengan dikare bibe cureyeke din ji cureyên berxwedanê ya xwedî bandoreke fireh.

Şêwekar Pîkasoyê Ereban (Pîkaso El-Ereb) vê gotinê, dema bi rîşa xwe derbasî qadên berxwedanê dibe, îsbat dike.

Dema Tirkiyê dest bi gefên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, li gel komkirina hêzên xwe li ser sînorên Sûriye-Tirkiyê, şêniyên kantona Girê Spî berê xwe da sînor û dest bi çalakiya mertalên zindî li dijî gefên Tirkiyê kir.

Li gel ku ev çalakî berdewam e, Pîkasoyê Ereban bi rêbaza xwe ya taybet tev lê dibe. Bi rîşa xwe wêneyên kesên sembolên berxwedanê temsîl dikin û tabloyên din ku berxwedanê rave dikin, xêz dike.

Pîkasoyê Ereban ji pêkhateya Ereb a kantona Girê Spî ye û di herêmê de baş tê naskirin.

Şêwekar Pîkasoyê Ereban di çalakiya mertalên zindî ya li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyê têkoşer hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven ya ku pêşengiya çalakiya birçîbûnê ji bo şermezarkirina tecrîda ku li ser Ocalan hatiye ferzkirin, xêz kirin.

Tevî ku wêneyê têkoşerê Argentinî Ernesto Che Guevara û şehîd Arîn Mîrkan ku çalakiyeke fêdaî li dijî çeteyên DAIŞ`ê di şerê Kobanê de pêk aniye, xêz kirin. Pîkasoyê Ereban dibêje: "Berxwedan ne tenê bi çek e. Lê belê bi çand, pênûs û wênesaziyê ye. Ez piştgiriya xwe bi gelê xwe re bi rîş û rengên xwe rave dikim."

Di nav gotinên xwe de Pîkaso Ereban ev tişt diyar kir: "Dema ez semboleke neteweyî li ber çavên gelê ku li hember dagikeriyê li ber xwe dide, xêz dikim, ez ji wan re îsbat dikim ku berxwedan di hemû tiştan de ye. Ew sembolên berxwedanê jî di hişê me de zindî ne."

Pîkasoyê Ereban baweriya xwe bi gelê herêmê rave kir û diyar kir ku ew ê li hember her êrîşekê ji hêla Tirkiyê ve bi vînek xurt û yekrêzî bisekinin.

Di dawiyê de got: "Em ji felsefeya azadî û berxwedanê fêrî jiyanê bûn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gel fêrî fikra azad kirin."

Pîkasoyê Ereban (36) di sala 2006`an de bi pisporî dest bi xêzkirinê kir. Pîkaso tev li gelek pêşengehan li bajarê Dubayê yê Îmaratê û paytexta Lubnanê Beyrûtê bû. Herî dawîn tev li pêşengeha Rojava ya Hunera Şêwakariyê ya ku îsal li bakurê Sûriyê li dar ketiye, bû.

(şx)
ANHA


Mijarên Din