Êrîşên bênavber di navbera hêzên Hûsî û artêşa Yemenê de

Artêşa Yemenê bi piştevaniya Koalîsyona Erebî li dijî nuqteyên hêzên Hûsî li Hudedayê gelek êrîş pêk anîn, hêzên Hûsî jî ragihand ku êrîşek li gerînendetiya Tihêta bê bandor kiriye.

Çavkaniyekî leşkerî yê Yemenê ji ajansa Spûtnîkê re ragihand ku artêşa Yemenê êrîşî nuqteyên hêzên Ensarulah El-Hûsî li herêma Cebeliyê ya li gerînendetiya Tihêta ya başurê Hudeydayê kiriye.

Li gor çavkanî, artêşa Yemenê di encama êrîşê de, nuqteyên li Cebeliyê xistin bin serweriya xwe û xeta peravê ji hewldanên Ensarulah ên birîne, dabîn kir.

Çavkanî îşaret pê kir ku artêşê êrîşa Ensarulah ya bi topbaranên dijwar li bajarê Hês ê başur rojhilatê Hudeydayê ji aliyên bakur û başur ve, têk bir. Di encamê de 3 kes ji malbateke malbatek koçber ji Hêsê jiyana xwe ji dest da.

Têkildarî mijarê Kanala El-Mesîra ya ku berdevkiya Ensarulah El-Hûsî dike, ragihand ku hêzên wan bersiva êrîşa hêzên Koalîsyona Erebî û artêşa Yemenê li herêma Cebeliyê ya gerînendetiya Tihêta daye û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Her wiha artêşa Yemenê êrîşî nuqteyên Hûsî li Wênan bakur rojavayê Mirês a gerînendetiya Qeitebe ya bakur parêzgeha Dalêh kiriye.

Li aliyekî din navenda çapemeniyê ya girêdayî artêşa Yemenê diyar kir ku di encama êrîşan de bi dehan kuştî û birîndarî yên hûsiyan hene.

Artêşa Yemenê di operasiyona berfireh a 24 saetan de serweriya nuqteyên Diwêr û Qesebe yên stratejîk ên li eniya Mirsê bakurê Dalêh kir û di encamê de kuştî û birîndar ji aliyê Hûsî  ve hene, di nav de fermandar jî hene.

Li gor kanala El-Mesîre, hêzên Hûsî roketek ji çêkirina herêmê  ji cureya "erdhej 1" bi dûravêja 3 km û moşekeke Grad avêtin kombûnên leşkerî yên Yemenê û ya din jî avêtiye hêzên Sûdanê yên di nava Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê de li bakur çolistana gerînendetiya Mîdî ya bakur rojavayê Hece.

(fr/kc)


Mijarên Din