‘Êrîşên li ser herêma Başûrê Kurdistanê binpêkirinên mezin in’

Hevserokê Yekîtiya Parêzeran ê herêma Serêkaniyê Prz. Mehmûd Cemîl got: “Êrîşên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û kuştina gelê Başûr, binpêkirina zagonên navnetewî ne. Em bang li hikumeta Başûr dikin ku helwesta xwe zelal bike.”

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Di encama êrîşan de gelek sivîlên herêmê şehîd bûn û gund hatin rûxandin. Ev binpêkirin di nava bêdengiya hikumeta Kurdistanê, civaka navnetewî û hikumeta Iraqê de tê kirin.

Derbarê mijarê de, hevserokê Yekîtiya Parêzeran ê herêma Serêkaniyê parêzer Mehmûd Cemîl ji ajansa me re axivî. Cemîl di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Ev 40 sale dewleta Tirk bi hinceta PKK’ê êrîşên sucdar dike. PKK ji bo mafê xwe têdikoşe.”

Cemîl tekez kir ku êrîşên hovane yên Tirkiyê ku sivîlan dikuje, binpêkirineke mezin e ji hemû zagonên navnetewî.

Êrîşên dewleta Tirk binpêkirina serweriya rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê ye

Cemîl da zanîn ku êrîşên dagirkeriya Tirkiyê binpêkirina mafên mirovan e, dagirker kevir ser kevir nahêle.

Mehmûd wiha dewam kir: "Em êrîşên dagirkeriya Tirkiyê bi tundî şermezar dikin. Her wiha em bêdengiya civaka navnetewî û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Ji ber ew binpêkirine ji serdestiya herêmê re. Her wiha em bêdengiya hikumeta Îraqê bi vî dinirxînin "Dijminê dijminê min, hevalê min e."

Cemîl destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang dike ku zemîna çareseriya aştiyane were danîn û ji bo pêkanîna hîmên sereke yên parastina aşatiyê û ewlehiya Tirkiyê û got: “Ocalan banga mûzakereyan dike ku mafê gelê Kurd di dewleta Tirkiyê de werin parastin. Ji ber vê yekê şandeyek ji partiyên Rojava çûn herêma Başûrê Kurdistanê da ku danûstandinan derbarê yekbûna gelê Kurd de bikin. Her wiha hewldana lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê ku siyaseteke berfireh ji bo parçeyên Kurdistanê diyar  bike, hat kirin.”

Parêzer Cemîl di dawiya axaftina xwe de bang li hikumeta Kurdistanê kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û dengê xwe bilind bike. Cemîl got: “Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê kiryarên dewleta Tirkiyê şermezar bike û sînorekî ji Tirkiyê re deyne.”

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din