Êrîşên li ser herêmên bêçek bi dijwarî didome

Aloziya li herêmên bêçek bi hemû dijwariya xwe didome. Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihandin ku hejmara êrîşên hawayî yên hêzên rejîma Sûriyê û Rûsyayê li ser herêmên bêçek gihiştin100 êrîş in.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku aloziya li herêmên bêçek di roja 8‘an de bi hemû dijwariya xwe didome. Navendê diyar kir ku hêzên rejîmê gundê Ras El-Eyn ê gundewarê rojhilatê Idlibê, bajarokê Maret Herma yê gundewarê başûrê Idlibê, balafirên Rûsyayê bajarokê Keferzîta yên gundewarê bakurê Helebê bombebaran û topbaran kirin, di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di topbarana hêzên rejîmê li ser gundê Zeka yê bakurê Hemayê de jî jinek jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan hejmara êrîşên Rûsyayê yên li dijî herêmên bêçek ji sateen derengî şevê heya vê kêliyê gihaşt 49 êrîşan; 4 êrîş li ser Kensefrê, 3 li dora Meerêt Numan, Meirzeyta, Kefernibul, Letamnê û Timane, 2 li ser (herêma Nebî Eyûb, derdora Rakaya, Şêx Mustefa, Kerse, Kefersecna, derdora Erîha, derdora Beylûn, Ras El-Eyn, Maret Herme, derdora Ehsem, Kefermûs, Sîha Kenîseya Nehla, Til Awer û Derdora Cisir El-Şixûr).

Her wiha hejmara derbeyên balafirên rejîma Sûriyê ji sibehê ve gihaşt 22 derbeyan; 13 li Meerêt Herma, Kensefrê, Termla, Ehsem, 6 li ser Cemiyet Kehreba, Kefernaha, Zehrêt El-Medeên, Zerba li gundewarê Helebê, 3 Kefer Secna. Ji aliyekî din ve hîlokopteran 25 bermîlên teqemeniyê ji sibehê ve li ser herêmê berandin. 6 li ser Kensefrê, 4 li ser Termla û 3 li ser Kefesecna, Hebît, Fitîre, Hesane û Saxir.

Di encama kurbûna nakokiyan di navbera dewletên misogerker de li ser hegemoniya xwe li Sûriyê, li herêmên bêşek şerên dijwar rû didin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din