Êrîşên rejîmê li Idlibê di roja 28’an de didomin

Di roja 28`an a hemleya dawîn a hêzên rejîma Sûriyê de herêmên bejahiya başûrê Idlibê bi dijwarî bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hemleya dijwar a hêzên rejîmê û Rûsya li ser bajarokê Hebîtî û derdora wê bi rêya topbaran û bombebaranê li bejahiya başûrê Idlibê berdewam dike.

Zêdetirî 15 helîkopter ji saetên derengiya şevê de heta saetên sibê zêdetirî 49 bermîlên teqemenî li ser herêmên bajarok berdan. Her wiha bermîlên teqemeniyê li ser Hîş, Qesabiye û Kefer Eyn ên bejahiya başûrê Hemayê hatin avêtin.

Balafirên şer îro di saetên sibê de Hebît 9 caran, Qesabiye 3 caran, Tirmile 2 caran, Neqîr 2 caran, Kefer Sicne 2 caran bombebaran kirin. Her wiha herêmên Hebît, Abidîn, Kefer Sicen, Meret Herme, derdora Xan Şêxûn, herêmên din ji aliyê başûrê Idlibê, Kefer Zîta, Zekat, derdora Letamneyê, deverine din ji bejahiya bakur û bakurê rojavayê Hemayê ve, her wiha Resim Îs, Kesîbiye û Tilhîde yên bejahiya başûrê Helebê bi zêdetirî 245 top û moşekan kirin hedef.

Girêdayî mijarê di navbera komên çete û hêzên rejîmê de li derdora Sehil Xab a bejahiya bakurê rojavayê Hemayê şer û topbaran çêbû. Di encama wê de kuştî ji her du aliyan çêbûn.

Bi vê yekê hejmara qurbaniyan dibe 834 ku ji destpêka şer ji 30`ê Nîsana derbasbûyî û heta şevê din. Ji wan 255 sivîl, di nav de 55 zarok û 53 jin, hatine kuştin.

(bx)


Mijarên Din