Êrîşên Tirkiyê li rojavayê Lîbyayê sivîlan dikin armanc

Odeya Operasyonên El-Keramê ya girêdayî Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê diyar kir ku balafirên Tirkiyê li bajarê Garyan êrîş biriye ser gelek nuqteyên sivîl.

Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê tekez kir ku balafirên girêdayî milîsan taxên ku welatî lê bi cih dibin ên li herêma Boglanê ya girêdayî bajarê Garyanê ku li rojavayê Lîbyayê dikeve, bombebaran dike.

Odeya Oparasyonan a El-Keramê got balafirên Tirkiyê yên ku ji balafirgeha Mesrata radibin, êrîş birine ser gelek nuqteyên ku durî herêmên leşkerî yên bajarê Garyan in.

Têkildarî mijarê çavkaniyên leşkerî yên rojnameya El-Beyan diyar kir ku komek ji milîsan ji wê derdorê vekişiyan û wiha got: “Der heqê vekişandina ji nuqteyan û vegera li Zintan bi şertê ku li pey nekevin, agahiyên biguman hene ku dan û standin di navbera Ûsama El-Cewlî û serokê herêma Rojava yê girêdayî hikumeta El-Wîfaq de heye.” 

Her wiha artêş li dijî milîsên li nuqteyên Eyn Zara ya li başûrê Terabulsê dikeve, êrîşên giran pêk tîne.

Tê zanîn ku desthilata Lîbyayê derbaskirina çekan, teqemeniyên girêdayî Tirkiyê li Lîbyayê bi rêya beravên Mesrata û El-Xemesê rawestand, di vê derbarê de jî gelek caran Tirkiyê biryarên Meclisa Ewlehiyê ya Navdewletî yên der heqê qedexekirina firotin û veguhastina çekan ji Lîbyayê de binpê kirin.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka ku ‘Bihara Erebî’ ve Tirkiye bi serkêşiya Recep Tayyîp Erdogan, piştgiriya komên terorîst li gelek dewletên erebî dike, nimûneya vê yekê jî piştgiriya Tirkiyê ji DAIŞ’ê re ye û niha jî piştgiriya Cebhet El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam) ya ku di lîsteya terorê ya navdewletî de ye, dike.

(eh)


Mijarên Din