‘Êrîşên Tirkiyê li ser serweriya Iraqê ne’

Siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hikumeta Iraqê û herêma Başûrê Kurdistanê kirin û gotin: “Ji bêdengiya xwe derkevin û sînorekî ji dewleta Tirk re deynin. Ji ber ev êrîş ne tenê li ser partiyekê, an jî herêmekê ye. Ev êrîş li ser hemû gelê Kurd û serweriya Iraqê ne.”

Dagirkeriya Tirkiyê êrîşên xwe yên li ser herêma Başûrê Kurdistanê didomîne.

Dagirker heta niha gelek komkujî li ser gelê herêma Başûrê Kurdistanê pêk aniye. Êrîşa herî dawî jî li Kortekê pêk anîn û di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn.

Heta niha jî hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî li dijî êrîşan bêdeng in.

‘Bêdengiya Komara Ereban sedema destwerdana Tirkiyê di xebata Ereban de ye’

Endamê Buroya Rêxistinî di Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Malik Esmer diyar kir ku sedema dewamkirina êrîşên Tirkiyê ser xaka Iraqê, bêdengiya Komara Ereban e û wiha got: "Komara Ereban mîna NY`ê şermezar dike û bi fikar e. Lê ti helwestên cidî nîşanî êrîşan nedaye. Eger helwestek cidî nîşan daba dê destwerdanên Tirkiyê di Sûriyê, Iraqê û gelek welatên din ên Ereban de red bikra."

‘Bêdengiya hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê bandorê li ser civaka navneteweyî dike’

Her wiha hevserokê Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed jî wiha got: "Êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê êrîşên hovane ne. Tirkiye dijminê gelê Kurd e û êrîşî Kurdan dike hem di aliyê siyasî hem jî di aliyê leşkerî de."

Mihemed wiha got: "Bêdengiya hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrîşên Tirkiyê bandorê li ser civaka navneteweyî û biryarên wê dike. Ji ber vê yekê jî civaka navnetewî bêdeng e."

Mihemed bang li hikumeta Iraqê û Herêma Kurdistanê kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û sînorekî ji dewleta Tirk re deynin. Mihemed got ji ber ev êrîş ne tenê li ser partiyekê ye an jî herêmekê ye, ew li ser hemû gelê Kurd û serweriya Iraqê ye.

(jo/bm)

ANHA     


Mijarên Din