Rûspî û Meclisa Sivîl a Dêrazorê li hev civiyan

Şêx û rûspiyên gundewarê Dêrazorê bi hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê re rûniştin û lîsteya daxwazên xwe pêşkêş kir.

Şêx û rûsiyên eşîrên gundewarên rojhilat û bakurê rojavayê Dêrazorê bi hevserokatiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê re civiyan. Civîn  li hola civînana  avahiya meclisê ya bajarokê Kisrayê pêk hat.

Di civînê de, rewşa xizmetguzarî hate nîqaşkirin, pêşniyar hate kirin ku malbatan ji kampa Îwayê ya gundewarê Dêrazorê bêne derxistin.

Hevserokatiya Meclisa Sivîl soz da ku dê vê mijarê lêkolîn bike û hewl bide malbatên ku dixwazin ji kampê derxînin, bi şertê ku rûspî bibin kefîl.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif destanîşan kir ku dê navendê meclisê veguherînin herêma Heft Kîlo ji ber dikeve navîna gundewarên Dêrazorê da ku têkiliyên wan bi şêniyan re hêsantir bibin û pêwîstiyên wan bi lez werin cih.

El-Yûsif her wiha bal kişand ser serbestberdana girtiyan û diyar kir ku meclis bi aliyên leşkerî re nîqaşê dike da ku di demên pêş de girtiyên din ên ku destê wan di kuştina welatiyên Sûriyê de tine, berdin.

Têkildarî xizmetguzarî, Xesan El-Yûsif anî ziman ku, ji ber rêjeya mezin a wêrankirinê, demek pêwîste û got: "Hemû mijarên xizmetguzariyê di şev û rojekê de çareser nabin. Tiştê ku heta niha hatiye pêşkêşkirin besît e, xebatên me yên di vî warê de berdewam e."

Di dawiyê de rûspiyan lîsteya daxwazên xwe pêşkêşî meclisê kir û spasiya xwe pêşkêş kir.

ANHA


Mijarên Din