Rûspiyê eşîra El-Bû Umeyara: Em dîwarê parçekirinê qebûl nakin

Endamê Meclisa Qebîleya Cibûr û berdevkê eşîra El-Bû Umeyra li Şedadê Sewadî El-Abdullah, lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê red kir û got. “Nakokiyên navxweyî bi destwerdanên derve çareser nabin. Çareserî bi rêya diyalogên Sûrî- Sûrî pêkan e.”

Dewleta Tirk a dagiker ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dide bi rê û rêbazên cuda herêmên Sûriyê yên li ser sînor ji xaka Sûriyê qut bike û tev lı axa Tirkiyê bike. Piştî ku hemû hewldanên wê yên bi rêya çeteyan têk çûn, vê carê dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê li derdora Efrînê kir.

Li ser vê mijarê, endamê Meclisa Qebîleya Cibûr û berdevkê eşîra El-Bû Umeyra ya Şedadê Sewadî El-Abdullah ji ajansa me re axivî. El- Abullah diyar kir ku armanca sereke ya dagirkeriya Tirkiyê ji lêkirina dîwarê parçekirinê, ew e ku Efrînê tev li Tirkiyê bike û bike wîlayetek ji wîlayetên Tirkiyê. Umeyra got: “Di heman demê de xêr û bêra herêmê talan bike û demografiya wê biguhere.”

El-Abdullah got ku divê hemû eşîr û qebîleyên Sûriyê bi yekrêzî li dijî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin û dîwarê parçekirinê hilweşînin.

El-Abdullah bal kişand ser ku rejîma Sûriyê ji bûyerên ku li Efrînê rû didin berpirsyar e û wiha pê de çû: “Ji ber ku Efrîn beşek ji xaka Sûriyê ye divê rejîm ji bêdengiya xwe derkeve, rê nede ku dîwar were lêkirin û mina ku li Lîwa Iskenderon hate kirin, pêk neyê."

Endamê Meclisa Qebîleya Cibûr û berdevkê eşîra El-Bû Umeyra ya Şedadê Sewadî El-Abdullah di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Em qebûl nakin ku dagirker derbasî bihostek ji xaka welatê me Sûriyê bibin. Nakokiyên navxweyî ne bi destwerdanên derve, bi dan û standinan Sûrî-Sûrî dê çareser bibin."

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din