Rûspiyê êla Cewla: Hêzên Sûriye Demokratîk hêzên neteweyî ne

Rûspiyê êla Cewla şêx Ebdulrehman El-Reşîd got: “Hêzên Sûriye Demokratîk ji bo parastina herêmê hate damezirandin. Ji xort û keçên herêmê pêk tê. Li dijî DAIŞ`ê sekinîn, bi hezaran şehîd, fedekarî pêşkêş kirin û DAIŞ`ê tune kirin. Ev hêz ne xwedî taybetmendiyek taîfî yan jî olî yan jî nijadî ye, berovajî wê hêzên neteweyî ye."

Hêzên Sûriye Demokratîk ji keçên û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên. Ji destpêka ragihandina wê ve di dawiya 2015`an de tevahiya pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan diparêzin. Çeteyên DAIŞ`ê bi temamî ji erdnîgariya herêmê parastin. Niha jî li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li berxwe didin.

Şêx Ebdulrehman El-Reşîd ji rûspiyê êla Cewale got: “Hêzên Sûriye Demokratîk ji bo parastina herêmê ji êrişan hatin damezirandin. Ji keç û xortên herêmê pêk tê. Ev hêz şerê DAIŞ`ê kir û bi hezaran şehîd û fedekariyên mezin pêkêş kirin heta tune kirin. Ev hêz ne xwedî taybetmendiyek taîfî yan jî nijadî yan jî oî ye. Berovajî wê hêzên neteweyî ne. Rêjeya pêkhateya ereb tê de ji sedî 60."

Şêx El-Reşîd teqez kir ku Hêzên Sûriye Demokratîk ji destpêka avakirinê ve armanc dike herêmê ji tevahiya êrişên derve û çeteyan biparêze û karî yekitiya wê biparêze û got: "Divê Rejîma Sûriyê destek û piştgiriya vê hêzê bike."

El-Reşîd di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku pêvajoya herêm tê re derbas dibe hesas e û yekitiya neteweyî ya tevahiya pêkhateyên herêmê pêwîst dike û wiha berdewam kir: "Gelê Sûriyê tevahiya cureyên fîtneyê red dike. Hebûna hêzên biyanî li Sûriyê ji serdestiya Sûriyê re binpêkirinek e. Divê serdestiya welêt were parastin. Bi rêya hevgirtina tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê serdestiya welêt were parastin."

El-Reşîd giyana neteweyî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Ereb û Suryan silav kir û ev tişt diyar kir: "Em li dijî hîskek taîfî yan jî olî yan jî neteweyî ne. wek gelê herêmê me di navbera xwe de tevnek xurt ava kiriye. em bi niştmaniya xwe serfiraz in."

Derbarê serdana Elî Memlûk ji herêmê re û hevdîtina wî bi rûspiyên êlan re El-Reşîd diyar kir ku Memlûk bi şêx qebîleyan re runişt. Şêxên qebîleyan wek sembol têne hesibandina lê biryar ne di destê wan de ye û got: "Rola rastîn a rûspiyên êlan û şaxên wê ne." 

Girêdayî encamên serdana Memlûk El-Reşîd wiha axivî: “Divê rejîma Sûriyê desteka Hêzên Sûriye Demokratîk bike. Ne ku hewl bide wê parçe bike û fîtneyan di navbera gelê xwedî têkiliyên hezikirinê de ava bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din