Rûspiyê êla El-Cewale: Bila encamnameya komxebatê baş bixwînin

Rûspiyê êla El- Cewale, Şêx Ebdulrehman El-Reşîd diyar kir ku aliyên heta niha lihev civiyane, wek Komxebata Êlên Sûriyê negehiştine biryaran û wiha bersiv da daxuyaniyên Rejîmê: “Em ne xayîn û çete ne. Em welatparêz in, armanca me parastina xaka me ye. Bi rastbînî daxuyaniya komxebatê bixwînin."

Di 3`yê Gulanê de bi dirûşmeya `Êlên Sûriyê civakê û hevpeymana civakî diparêzin` Komxebata Êlên Sûriyê bi sponseriya MSD`ê lidar ket. Di Komxebatê de derdora 5 hezar kesayetên Sûrî ku nûnertiya êl û pêkhateyên tevahiya Sûriyê kirin amede bûn. Di dawiya komxebatê de gelek biryarên girîng girêdayî herêmê û Sûriyê bi giştî hatin girtin.

Rûspiyê êla El-Cewale ya navçeya Tirbespiyê Ebdulrehman El-Reşîd El-Hemîd girêdayî armancên Komxebatê axivî û got: "Êlên herêmê rolek mezin di tunekirina terorê de lîstin. Çi bi riya can an jî desteka civakî be. Ji ber taybetmendiya civakê ya êlî, me pêwîst dît ku divê em bi tevahiya nûnerên êlên herêmê re bicivin da ku bighêjin nêrînekê. Da ku destkeftiyan û ewlehiya herêmê biparêzin. Da ku bersivekî bidin aliyên ku dixwazin bi yekîtiya me bilîzin.”

‘Dê êl nebin kexeza zexta kesî’

El-Hemîd diyar kir ku beşdarbûna zêde ya ji bo komxebatê gelek başkêş bû û wiha got: “Ev beşdarbûn zemîneke nû ji pêvajoya hevgirtinê re ava dike. Ev tişt jî ji êlên herêmê ne dûr e. Tevî zextên ku li ser rûspiyên êlan hatin meşandin jî, lê vê beşdarbûnê teqez kir ku wê êl nebin kaxezek zextê ji berîka kesî re. Êlan li gorî berjewendiyên şêniyan tevgeriyan û hemû daxuyaniyên tarî paşgûh kirin.”

Ebdulrehman El-Reşîd El-Hemîd destnîşan kir ku êl û çînên Sûriyê yên din rêgezên wê yên welatparêzî bingehîn hene wek yekitiya xaka Sûriyê û serxwebûna wê û wiha domand: "Ev tişt êlan di encamnameya dawî ya Komxebatê de tekez kir. Tevahiya aliyên Sûriyê di civînên xwe yên berê de nikarîn bighêjin mîna van biryaran."

El-Hemîd destnîşan kir ku di dirêjahiya aloziya Sûriyê de gelek civîn li dar ketin, lê neserbixwe bûn û hemûyan yekîtiya axa Sûriyê kirin slogan. El- Hemîd got: “Di komxebata Eyn Îsayê de, banga rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê ya dagirkirî bê istisna hate kirin. Xwîna Sûrî li ser destê Sûrî hate qedexekirin. Ev encam asoyên çareseriyê û xilasiyê ji tevahiya gelê Sûriyê vedike.”

‘Banga yekbûna xaka Sûriyê di nêrîna hinekan de xiyanet e’

Girêdayî êrîş û daxuyaniyên dijberî beşdarên komxebatê El-Hemîd ev tişt anî ziman: "Mîna ku berê me got, gelek kesan hewl da komxebatê vala derxînin. Lê komxebat bi serket û ji hemû şok bûn. Piştî komxebatê me asta daxuyanî û êrîşên li dijî kesên beşdar dît. A herî balkêş daxuyaniya wezareta derve ya Rûsyayê bû. Em ji Rûsyayê re dibêjin bûyerên ku li Sûriyê rû didin, karûbarek hundirîn a Sûriyê ye û tu têkiliya Rûsya yan jî aliyek din pê tune ye. Em gelê Sûriyê bi zîrekiya xwe tên naskirin û em dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin."

Şêx Ebdulrehman El-Reşîd El-Hemîd wiha berdewam kir: "Ji bo daxuyaniya wezareta derve ya Sûriyê jî a ku me bi xiyanetê wesifand, wek êl em dibêjin; em bi rêgezên xwe yên welatparêziyê ve girêdayî ne. Ew jî me di encamnameya dawî ya komxebatê de teqez kiribû. Rêgezên me; rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê bê istisna di nav de Efrîn, Cerablus, Idlib û Colana Sûrî ye."

‘Encamnameyê bi awayekî bi rastbînî û baş bixwînin’

El-Hemîd bang li rejîma Sûriyê kir ku encamnameya dawî ya komxebatê bi awayekî hûr û kûr bixwîne dûrî zextên derve û bi berbijarkên xwe yên welatparêz ve serbixwe be. El-Hemîd ev pirs pirsî: "Gelo teqezî li ser rizgarkirina xak û gelê Sûriyê û qedexekirina rijandina xwîna Sûrî ji aliyê Sûrî ve xiyanet e?!"

El-Hemîd wiha bersîv da daxuyaniya rejîma Sûriyê: "Em ne xayîn û çete ne. Em welatparêz in û armanca me parastina xaka me ye. Em ji hemû aliyan re dibêjin welatparêzî ne yê kesekî tenê ye."

(şx)

ANHA


Mijarên Din