Rûspiyê êla Fedan: Ji Hesekê heta Helebê em bi berxwedanê re ne

Rûspiyê êla Fedan Newaf Terad li dijî dagirkeriya Tirkiyê îşaret bi berxwedanê kir û bal kişand ser amadekariya êlê ji bo parastina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Rûspiyê êla Fedan Newaf Terad di roja 28`emîn de beşdarî çalakiya mertalên zindî bû ku li Girê Spî pêk tê û di çalakiyê de axivî.

Newaf Terad di bin konê ku li taxa El-Minbetih a bajarê Girê Spî de axivî û got: "Tişta ku îro me tîne cem hev, xak û pirrengiya olan e. Di heman demê de sekna me ya îro sekneke li dijî dagirkeriya Tirkiyê ye."

Terad bi bîr xist ku domdariya gefên Tirkiyê ne tiştekî nû ye, ji ber ku bapîrên Erdogan (Osmanî) berê ev xak dagir kiribû û dîroka welêt bi komkujî û bindestiyê herimand.

Rûspiyê êla Fedan Newaf Terad wiha dawî li axaftina xwe anî: "Êla Fedan ji sînorê Hesekê bigire heta sînorê Helebê bi têkoşîna gel re ye."

Paşê ji rêveberên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)şaxê kantona Girê Spî Mehmûd El-Alî axivî û tekez kir ku Tirkiyê bi desteka ji DAIŞ’ê re, vekirina derî, veguhastina çekan rê da çeteyan da ku kantonê dagir bikin.

El-Alî îdiayên parastina Tirkiyê ji sînorê xwe re red kirin û wiha pê de çû: "Erdogan bi navê ewlehiya Tirkiyê û parastina sînor hewldana dagirkeriya xaka Sûriyê dike, ev jî nîşana çavnebariya ji xêr û bêra Sûriyê re ye, têkbirina projeya biratiya gelan û hewldana tevliheviya di navbera pêkhateyên civakê de ye."

Endama Buroya Jinan a PYD’ê şaxê kantona Girê Spî Narîman Cîlo jî axivî û gefên Tirkiyê yên li dijî herêma Girê Spî şermezar kirin. Narîman got: "Hevgirtin û yekitiya pêkhateyên Girê Spî di konê çalakiyên mertalên zindî de, nîşana yekparetiya xaka welêt e."

Rûspiyê eşîra Fedan Teysîr El-Afad jî axivî û got: "Em bi gelê xwe û projeya biratiya gelan re ne."

Konê çalakiyê rojane bi serdana bi dehan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweser a Demokratîk û rêveberiyên herêmî bi rê ve diçe.

(eh)

ANHA


Mijarên Din