Rûspiyê êleke Ereb: Tirkiye ji bo tevahî dewletên Ereb xeteriye

Rûspiyê êla El-Benî Seba ya ji qebîleya Tay a Ereb, Ehmed Dihêman gefên dewleta Tirk ên li ser erdnîgariya Sûriyê şermezar kir û got: “Divê dewletên Ereb rola xwe bilîzin û rê li pêşiya firehkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin. Tirkiye ne tenê ji bo Sûriyê, heman demê de ji bo hemû welatên Ereb xeteriye.”

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber gefên dewleta Tirk ên domdar li ser erdnîgariya Sûriyê, metirsîdar in. Bi taybet piştî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelên herêmê.

Rûspiyê êla El-Benî Seba, a ji qebîleya Tay a ereb ji gundewarê navçeya Til Hemîsê Ehmed Dihêman got: “Em gefên dewleta Tirk ên li ser tevahiya erdnîgariya Sûriyê şermezar dikin. Gelê Sûriyê dê bi axa xwe ya dagirkirî, ji Idlibê heta Girê Spî ve girêdayî bimîne. Em yek in. Xwedî tevnek hevpar û pirreng in. Ev gelek serdem in bi hev re li ser vê axa dijîn."

Dihêman diyar kir ku êlên Ereb dê rê li pêşiya derbasbûna dewleta Tirk di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bigirin. Dihêman qutkirina Lîwa Skenderon ji Sûriyê bibîr xist û got: “Êlên Ereb amade ne li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin da ku wê ji tevahiya Rojhilata Navîn derxînin. Gelo dewletên Ereb ji dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Iraq û Lîbyayê, li ku derê ne? Divê helwestek cidî û diyar li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser  herêmên me nîşan bidin. Ji ber ku dewleta Tirk ne tenê li ser Sûriyê xeter e, heman demê de tevahiya welatên Ereban tehdîd dike."

Dihêman di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku ew mudexeleyên derve di axa Sûriyê de red dikin û nahêlin dewleta Tirk asta mudexeleya xwe zêde bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din