Rûspiyan banga diyalogên cidî di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de kir

Rûspî û serokeşîrên herêma Til Temirê hewldanên jihevxistina hevgirtina civaka Sûriyê red kir û bang kir ku divê Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê dest bi diyalogan bikin.

Bi însiyatîfa Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi hevkariya Navenda Têkiliyên Giştî ya QSD`ê û meclisa navçeya Til Temirê civîneke berfireh ji rûspiyên eşîran, kesayetên Kurd û xiristiyan li ser asta herêma Til Temirê ya kantona Hesekê hat çêkirin.

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê û navçeya Şedadê jî tev li civînê bûn. Armanc ji civînê ku rola eşîran li herêmê û hevgirtina li hember hêzên dagirker, her wiha rewşa siyasî û leşkerî bê nîqaşkirin.

Di civînê de endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo têkildarî rewşa Sûriyê, sedemên aloziya Sûriyê û hewldanên hindek dewletan û bi taybet Tirkiyê ku Sûriyê parçe bike, axivî.

'RÊVEBERIYA XWESER YEKITIYA XAKA SÛRIYÊ XURT DIKE'

Xelo tekez kir ku Rêveberiya Xweser nayê wateya parçekirinê, lê belê yekitiya xaka Sûriyê xurt dike. Xelo bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku yekitiya xwe ava bikin û li hember dagirkeran li ber xwe bidin.

Paşê endamê Navenda Têkiliyên Giştî ya QSD`ê Çekdar Efrînî der barê rewşa meydanî li Sûriyê, berdewama berxwedana li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî. Çekdar Efrînî îşaret bi girîngiya aktîfkirina rolan eşîr û pêkhateyên herêmê kir, her wiha got aloziyê Sûriyê heger ne bi erêkirina Sûrî-Sûrî be, çareser nabe.

Paşê di navbera beşdaran de nîqaş der barê çawaniya pêşxistina Rêveberiya Xweser, beşdarbûna hemû pêkhateyên herêmê, çawaniya yekitiya li hember dagirkeran û sekna li hember berjewendiyên wan, rizgarkirina Serêkaniyê, Girê Spî, Efrînê û her wiha vegera niştecihên wan ên resen ji warê xwe re, çêbû.

Beşdaran behsa kêmasî û şaşiyên ku li herêmê çêdibin û çawaniya çareserkirina wan kir.

Civîn bi xwendina daxuyaniyekê bidawî bû. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Partiya Asûrî ya Demokratîk a Til Temirê Şemûn Kako ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em wek rûspî û şêxên eşîrên herêma Til Temirê ji hemû pêkhateyên wê di rewşa Sûriyê bi giştî û ya herêmê bi taybet destwerdanên biyanî û dagirkeriya Tirkiyê, ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, pirreng û nenavendî û ji bo wefedariya bi şehîdan re, em îro li vê derê kom bûn û em van tiştan pişterast dikin:

1. Çareserkirina aloziya Sûriyê ne bi erêkirina Sûrî-Sûrî û li ser esasê erêkirina mafên rewa yên hemû pêkhateyên Sûriyê û avakirina Sûriyeke demokratîk û nenavendî be, pêk nayê.

2. Em hemû şêwazên dagirkirina xaka Sûriyê û bi taybet ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û bikaranîna çeteyan li ser xaka Sûriyê ji bo pêkanîna berjewenidiyên Tirkiyê û berjewendiyên wê yên dagirkirina xaka Sûriyê, red dikin.

3. Em tekeziyê li ser rewabûna hêzên QSD`ê di parastin û rizgarkirinê de dikin.

4. Em banga diyalogên cidî di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de dikin.

5. Aktîfkirina rola eşîran a dîrokî di parastina nirxên nîştimanî û civakî de.

6. Em hemû awayên tevliheviyê û  helwdanên jihevxistina hevgirtina civaka Sûriyê bi rêya avakirina hêzên leşkerî û mezhebî, red dikin.

7. Em bang li saziyên Rêveberiya Xweser dikin ku li ser xwestekên civakê û şerê li dijî desthilatê di rêveberiyê de, bisekinin.”

(bx)

ANHA


Mijarên Din