​​​​​​​Rûspiyan li dijî êrişên Tirkiyê banga xurtkirina têkoşînê kir

Li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, rûspiyan pêwîstiya berdewamkirina destekdayîna QSD`ê li hember van êrişan destnîşan kirin û bang li gelên herêmê kirin ku têkoşînê mezin bikin ji bo ku herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Bi civîna sêalî re ku di navbera serokên Tirkiyê, Îran û Rûsya de di 19`ê Tîrmehê de li Tehranê li dar ketiye û civîna Soçiyê ku di 5`ê Tebaxê di navbera serokên Rûsya û Tirkiyê de li dar ketiye, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.

Di vê dawiyê de topbarana li ser piraniya gundên ser sînor ên tije şênî, zêde bû. Tevî bangewaziyên pêwîstiya girtina qada hewayî ya herêmê, êrişên bi balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker li dijî welatiyan, zarokan, hêzên leşkerî û ewlehî dewam dikin.

Li hember wan êrişan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana xwe didomîne. Rûspiyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo diyar kirin ku armanca dewleta Tirk a faşîst, tunekirina tecrubeya neteweya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qirkirina gelê wê ye.

'ŞANEYÊN VEŞARTÎ BI KAR TÎNE'

Çavdêrê giştî yê Meclisa Rûspiyan a Herêma Rojhilat Hewas Cedîi destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan têkbirina ewlehiya herêmê û koçberkirina şêniyan û valakirina gund û bajaran e.

Cedîi balkişand ser zêdebûna êrişên balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker û got: “Tişta ku hovîtiya Erdogan zêde kiriye, bikaranîna şaneyên veşartî, topbarankirina bajar û gundan bi balafirên bêmirov ên biçek, hedefgirtina têkoşeran, hêzên leşkerî û welatiyan ku xizmeta gelê xwe dikin û li hember êrişên rêxistinên terorîst li ber xwe da. Dewleta Tirk bi rêya îstîxbarata xwe li bajarên dagirkirî, şane çalak kir da ku berjewendiyên xwe pêk bîne.”

'DIVÊ HER KES ERKÊN XWE BI CIH BÎNE'

Cedîi îşaret bi destekdayîna berxwedan Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a ji bo tunekirina komên terorsît li herêmê kir û got: “Divê hemû welat biparêzin. Ev ne tenê erkê hêzên leşkerî ye. Lê belê erkê hemû pêkhateyan e, bi taybet êlên li herêmê ji ber ku stûna bingehîn a civakê ye.”

QSD`ê di 31`ê Tîrmeha 2022`yan de li dijî sîxûr û ajanên ku destê wan di şehîdxistina şervanên wê de hene Operasyona Sondê ragihand.

Di vê çarçoveyê de Hewas Cedîi bang li hêzên leşkerî kir ku bi koordîneya êlan û partiyan, erkên xwe yên nîştimanî, mirovî û exlaqî pêk bînin, baweriyê di navbera hêzê, gel û êlan de çê bikin û wiha domand: “Parastina welat, erkê êlan û hemû pêkhateyan e. Hevkariya bi êlan re, li pêşiya planên li dijî herêmê dibe bendeke asê. Bi vê awayî em dikarin ewlehiya herêmê biparêzin. Divê pêkhate û partî bi hev re li hember vê xeteriyê kar bikin.”

`HEWL DIDE HEMÛ PÊKHATEYAN TUNE BIKE`

Endama rêveber a Meclisa Rûspiyan a Herêma Rojhilat Sûad Xelef, sûcên dewleta Tirk a faşîst li dijî herêmê şermezar kir û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe zêde kirin, da ku tecrubeya serkeftî ya li herêmê têk bibe û pêkhateyan, biratiya gelan û jiyana aştiyane tune bike.

Sûad Xelef wiha berdewam kir: “Meclisa Rûspiyan bi hemû derfetên xwe, çi bi rêya lidarxistina civînan, dayîna daxuyaniyan û tevlêbûna çalakiyên ku Rêveberiya Xweser li dijî van planan li dar dixe, piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser dike. Meclis amade ye xwedî li QSD û hêzên ewlehiyê derkeve da ku xeteriya li ser herêmê û ewlehiya wê tune bikin.”

JI BO RIZGARKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ BANGA XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ

Endamê Meclisa Rûspiyan a navçeya Tirbespiyê Mihemed Seîd Nayif îşaret bi siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kurdan kir û got: “Erdogan hewl dide kurdan tune bike, herêmê dagir bike, xêr û berakatên wê talan bike da ku xîlafeta osmanî vejîne.”

Nayif wiha berdewam kir: “Divê gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurd li Kurdistanê yekitiya xwe li hember komkujiyan û planên kirêt bikin yek. Ji ber yekitî hêz e. Bi rêya wê em ê li hember hemû planan li ber xwe bidin û bigihêjin mafên xwe.”

Mihemed Seîd Nayif îşaret bi rewşa herêmên dagirkirî kir û got: “Dewleta Tirk a faşîst hemû komên terorîst li wan herêman kom kir, mal û milkên welatiyan talan kirin û zimanê xwe ferz kir.”

Endamê Meclisa Rûspiyan a navçeya Tirbespiyê Mihemed Seîd Nayif di dawiyê deji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û parastina herêmê ji êrişên dewleta Tirk banga xurtkirina têkoşînê kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din