Rûspiyan û partiyeke siyasî ya Helebê gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û Meclisa Helebê ya Partiya Sûriya Pêşerojê bi du daxuyaniyên cuda êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û amadebûna xwe ji bo parastina destkeftiyan nîşan dan.

Di çarçoveya bertekên gel ên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Meclisa Helebê ya Partiya Sûriya Pêşerojê di du daxuyaniyên cuda de gotin ew amade ne axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û bibin yek da ku destkeftiyan biparêzin.

Yek ji rûspiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Ebdullah Xezo daxuyanî li pêşiya peykera Nebî Hûrî ya li Parka Zarokên Şehîdên Efrînê bi beşdarbûna bi sedan şêniyên her du taxan, xwend.

Xezo di daxuyaniyê de diyar kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker di dema dawî de, ji bo dagirkirina deverên din ên Sûriyê bi bihaneya şerê li dijî terorê û parastina ewlehiya xwe ya neteweyî û avakirina herêma ewle ye, lê ev îdia ne rast e.

Her wiha Xezo got: “Me aramiya herêmê parast û gelên me bi Kurd, Ereb û pêkhateyên din bi wekhevî û biratî dijîn, piştî ku keç û xortên me rêxistina herî metirsîdar a cîhanê DAIŞ têk bir ku li benda destwerdana Tirkiyê ye û wê wek firsendekê dibîny da ku ji nû ve derkeve.”

REJÎMA TIRK ALOZIYAN LI GOR XWE BI KAR TÎNE

Xezo di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker aloziyên navneteweyî bi kar tîne da ku projeyên xwe yên nijadperest û timayên xwe yên vejandina osmaniya nû pêk bîne û wiha domand: “Bi vê yekê dixwaze ji aloziyên xwe yên siyasî û aborî bireve. Êrişa wê, tê wateya binpêkirina serdestiya nîştimanî ya Sûriyê. Ev êriş li dijî hemû gelên Sûriyê ye ne tenê pêkhateyekê yan jî taîfeyekê.”

Xezo bi navê rûspiyên Helebê, ragihand ku ew gefên dewleta Tirk li ser Sûriyê red dikin, dê bi hev re welatê xwe biparêzin. Her wiha lihevkirina dewletên Swêd û Fînlandiya ya ji bo tevlêbûna NATO û lihevkirina wan bi Tirkiyê re li ser hesabê xwîna gelên Sûriyê şermezar kir. Rûspiyan bang li gelên Sûriyê û gelên skandînavî kir ku guh nedin hikumetên xwe lê belê piştgiriya hêzên demokratîk ên li Sûriyê bikin.

Di dawiyê de Xezo bang li aliyên têkildar mîna NY û Komara Erebî kir ku qada hewayî ya herêmê li ber balafiran bigire da ku sivîl ji êrişên dagirkeriya Tirk bê parastina.

PARASTINA SÛRIYÊ ERKÊ HEMÛYAN E

Berdevkê Meclisa Ciwana a Meclisa Helebê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed Biro daxuyaniya partiyê li kolaneke rojhilatê taxa Şêxmeqsûd xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bi van siyasetên xwe yên dijminane hewl dide qada herêmên dagirkirî firehtir bike û sînaryoya Lîwa Skenderon dubare bike.

Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî, herêmî û desteyên hikumî hat kirin ku berpirsyariyên xwe yên dîrokî li hember bûyerên li Sûriyê rû didin bînin cih û bang li DYA û Rûsya hat kirin ku bi lez û bi cidî tev bigerin da ku rê li pêşiya gefên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina Kobanê, Minbic û Til Rifetê bigirin.

Di dawiyê de hat gotin parastina Sûriyê erkê hemûyan e û divê yekitiya Sûriyê bê parastina. Ji lewra bang li hemûyan hat kirin ku vî erkî pêk bînin.

ANHA


Mijarên Din