Rûspiyekî Êzidî: Êzidî di xeteriyê de ne

Faris Şemo diyar kir ku civaka Êzidî li pêşberî xeteriya qirkirineke nû rû bi rû ye û bang li êzidî û Meclisa Êzidî ya Ewropayê kir ku li dijî komployên li ser Şengalê rabin û civaka Êzidî biparêzin.

Bertekên gel ên li dijî peymana li ser Şengalê ya di navbera hikumeta Bexda û Partiya Demorkat a Kurdistanê (PDK) de û amadekariyên şandina 10 hezar leşkerên iraqî ber bi Şengalê ve didomînin.

Ji rûspiyên civaka Êzidî yên li herêma Cizîrê Faris Şemo axivî û diyar kir ku beriya êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Şengalê bi hezaran pêşmerge û leşkerên Iraqê li Şengalê hebûn, lê ji bo parastina civaka Êzidî ji qirkirinan re yek fişek neavêtin.

Şemo bi bîr xist ku civaka Êzidî ya Şengalê di 6 salên dawî de, gelek fedekarî kirin û ji nû ve xwe bi rêxistin kirin.

Faris Şemo bal kişand ser peymana hikumeta Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û ev tişt anî ziman: "Îro em dibînin ku PDK bi lihevkirina bi Bexdayê re hewl dide îradeya êzidiyên ku xwe bi rêxistin kirin û bi hebûna xwe, xwe diparêzin bişkîne.

Şemo destnîşan kir ku ev lihevkirin komployeke nû li dijî civaka Êzidî ye, armanc jî fermaneke nû  li dijî êzidiyan birêxistinkirin e û got: "Ne ji mafê kesên ku civaka Êzidî di nava lepên DAIŞ'ê de hiştin, niha jî bi behaneya parastina wan werin derbasî herêmê bibin. Ger bi rastî dixwazin Şengalê biparêzin, bila sînorê wê biparêzin û derbasî Şengalê nebin."

Faris Şemo di dawiya axaftina xwe de bang li Êzidiyên li cîhanê û Meclisa Êzidî ya Ewropayê kir ku li dijî peymana li ser Şengalê çalakiyan li dar bixin û got, ev peyman komployeke ku ne tenê Êzidiyan, gelê Kurd bi giştî dike armanc.

ANHA


Mijarên Din