Rûspiyên Dêrazorê: Destên derve di bûyerên li Dêrazorê de hene

Rûspiyên eşîrên Dêrazorê hewldanên derxistina tevliheviyê ku di demên dawîn de li gundewarên Dêrazorê rû dan, şermezar kirin û diyar kir ku destên derve di hewlanên têkbirina ewlehiya herêmê de hene.

Di demên dawîn de li herêmên gundewarên Dêrazorê rewşeke aloz derket. Şaneyên veşartî kêmbûna sotemeniyê li herêmê kir hincet da ku tevliheviyê derxin û gel sor bikin ku derkevin xwepêşandanan.

Li ser vê mijarê hejmarek şêx û rûspiyên eşîrên Dêrazorê ji ajansa me re diyar kir ku nêzîkatiyên li gundewarên Dêrazorê ji aliyê şaneyên veşartî ve têne kirin, armanc jê ew e ku tevlihevî derkeve û ewlehiya herêmê ku ji aliyê QSD‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê hatine rizgarkirin, were derbekirin.

Rûspiyê eşîra Munasra Xalid Xelîl El-Mûezer got: "Me daxwaznameyên gel yên mîna sotemeniyê û mijarên din ên xizmetguzariyê guhdar kirin û gihandin rêveberiya sivîl. Bi rastî daxwazname û hemû pêwîstiyên wan bi lez bi cih hatin, lê piştî wê em ji nêzîkatiyên ferdî ji hin kesan ve matmayî man, rê girtin û xwepêşandan kirin. Diyar e ku şaneyên veşartî û aliyên derve hin kesan tehrîk dikin."

Xalid El-Mûezer her wiha anî ziman: "Em eşîra El-Munasera em ê bersiva van nêzîkatiyan bidin. Em destûrê nadin tu kesî ku ewlehiya gel û herêmên me têk bibe. Daxwazî ne bi nêzîkatiyên ferdî, lê belê bi nîqaş û dan û standinan çareser dibin."

Ji rûspiyê eşîra Begara Nûrî El-Casim ji aliyê xwe ve destîşan kir ku kêmbûna sotemeniyê bi sedema şaneyên veşartî derketiye ku xwestin bi qaçaxî derxin da ku tevlihevî derkeve û wiha domand: "Me ji Rêveberiya Xweser a Dêrazorê xwest ku sotemeniyê peyda bike, bi rastî anî û mazot li stasyonan belav kir."

El-Casim diyar kir ku ew nêzîkatiyên ferdî bi armanca derxistina tevliheviyê red dike û got: "Em rê nadin ku ev fitne pêkhateyên herêmê ji hev dûr bixin."

Nûrî El-Casim di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên herêmê kir ku destkeftiyên bi xwîna şehîdan û şervanên QSD‘ê hatine bidestxistin, biparêzin, li pêşeroja herêmê bifikirin û beşdarî xwepêşandanan nabin ku şaneyên veşartî bi armanca derxistina tevliheviyê bang dikin.

Şêxeşîrê El-Ubeydat Deham El-Îbrahîm anî ziman ku tevliheviya dawîn ku li herêmê derket, xwepêşandan û girtina rêyan ne tenê ji aliyê şêniyên gundewarên Dêrazorê ve hat kirin û got: "Lê belê destên derve jî tê de hene ku dixwazin fitneyê li herêmê derxin. Rastiya vê yekê dirûşmên nîjadperest bûn ku di xwepêşandanê de dihatin avêtin, ji şêniyên herêmên me tu kes mîna van dirûşman naavêje, ji ber ku ev dirûşm li dijî jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê ne."

ANHA


Mijarên Din